'Her der Taksîm her der berxwedan'
Girseya gel a ku dixwaze ji Mecîdiyekoyê xwe bigihîne Qada Tasîmê di bin dorpêça polîsan de ye. Gel bi dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê", "Her der Taksîm her der berxwedan" berxwedana xwe dewam dike.
Girseya gel a ku dixwaze ji Mecîdiyekoyê xwe bigihîne Qada Tasîmê di bin dorpêça polîsan de ye. Gel bi dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê", "Her der Taksîm her der berxwedan" berxwedana xwe dewam dike.
Berxwedana gel a ku li gel biryara Walîtiya Stenbolê jî dixwaze xwe bigihîne Qada Taksîmê li Mecîdiyekoyê li gel dorpêça polîsan dewam dike. Di nava dorpêçê de li gel Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ozgul Sakî û Kezban Konûkçû, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên ciwanan û gelek sendîka hene. Gel ê dorpêçkirî bi dirûşmên "Bijî 1'ê Gulanê" û "Her der Taksîm her der berxwedan" li ber xwe dide.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Bendav, Av, Gaz û Elektrîkê (Enerjî-Sen) a ser bi Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Suleyman Keskîn got, "Me îro qad dagirtin. Bi sedan hevalên me, karkerên sendîkayî, şoreşgerên vî wlatî hatin binçavkirin. Em van binçavkirinên nehiqûqî û kêfî şermezar dikin. Em dixwazin hevalên me hemû bêne berdan."
Suleyman Keskîn bi dewamî got, "Ev qad nîşan dide ku her der Taksîm e, her der berxwedan e. Me îro mil bi mil bi hev re nîşan dan ku her der Taksîm e her der berxwedan e."
Berxwedana gel a di nava dorpêçê de dewam dike.