Helbûsî û Xencer piştî Barzanî çi pêşkêşî Erdogan kir
Hevdîtinên rayedarên Iraqî û Herêma Başûrê Kurdistanê ya li gel Serokkomarê Tirk û rayedarên MÎT’ê rê li ber nerazîbûn û fikarên cidî yên Iraq û Kurdan vekir.
Hevdîtinên rayedarên Iraqî û Herêma Başûrê Kurdistanê ya li gel Serokkomarê Tirk û rayedarên MÎT’ê rê li ber nerazîbûn û fikarên cidî yên Iraq û Kurdan vekir.
Piştî rayedarên Başûrê Kurdistanê Barzanî niha jî Serokê Parlementoyê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Siyade ku ya Sunneyane Xemîs Xencer bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokê MÎT’ê Hakan Fîdan re li Stenbolê civiyan.
Di civîna navbera Helbûsî û Xener ya li gel Erdogan û Fîdan de hate diyarkirin ku li ser têkiliyên navberda du welatan, dîsa mijara têkoşîna li dijî ‘terorê’ hate îfadekirin.
Ofîsa Helbûsî li ser mijarê daxuyaniyek da û ev got: “Roja Şemiyê Helbûsî û serokê hevpeymana Siyade Xemîs Xencer li Stenbolê bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Hakan Fîdan re civiyane. Li ser têkiliyên aborî û bazirganî yên herdu walatan, li gel hevkariya kordîne û destekdayîna têkoşîna bi terorê ya Tirkiye û dayîna agahiyên îstixbaratî agahî hatine parvekirin.”
Her wiha di beşek din a daxuyaniyê de jî ev hatiye gotin: “Di civînê de Erdogan fermanên pêwîst ên têkildarî vê mijarê daye, her wiha karasanî ji bo bidestxistina vîzeyê ya Iraqiyan jî hatiye nîqaşkirin.”
Piştî hevdîtinên rayedarên Iraqî û hem wextî wê hevdîtinên rayedarên PDK’î yên bi Serokkomarê Tirkiye re û firotina gaza xwezayî ya herêmê rê li ber nerazîbûnên nava civakê û welatiyên Kurd û Iraqî vekiriye.
Siyasetmedarê Iraqî Casim El Moûssawî ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku hevdîtina Helbûsî û Xencer ya li Tirkiyeyê wê rê li ber vekirina deriyê Iraqê ya ji bo karsaz û karhênerên Tirk ya hevkariya Aborî veke.
Moûssawî destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya siyasetmedarên nêzî xwe dixwaze destê xwe têxe nava siyaseta navxwe, hişyarî da ku wê rojên pêş zelaltir bibe an jî derkeve holê û got: “Tirkiye bi rêya siyasetmedarên nêzî xwe dixwaze ya xwe li ser wan bide sepandin.”
Moûssawî ev civîn xeter pênase kir û bi bîr xist ku ev yek rê li ber berfirehkirina bêdengiya operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê ya li ser axa Iraqê vedike. Moûssawî diyar kir ku li şûna nîqaşên siyasî yên wiha divê mirov li ser binpêkirinên Tirkiye yên li Iraqê nîqaş bike.
Gelek kesên Iraqî li ser hesabên tevnên civakî yên xwe yên taybet ev hevdîtin rexne kirin û diyar kirin ku li şûna hikûmeta nû ava bikin, xizmetê ji bo gel û civakê bikin, diçin bi Tirkiye re hevdîtinê dikin.
Yek ji mijara din a balkêş jî ev e ku di civînê de hebûna Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirk (MÎT) Hakan Fîdan bû. Ev jî nîşan dide ku mijara esasî Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ji berî hilbijartina 10’ê Cotmeha 2021’an a Parlamentoya Iraqê, Erdogan li gel Helbûsî û Xencer civiyabû û piştgiriya xwe ya ji bo wan anî bû ziman û daxwaz ji wan kir ku piştî hilbijartinê bi hev re kar bikin.
Xemîs Xencer ji berî hevdîtina li gel Erdogan gotibû: “Em ji bo avakirina hikûmetek piranî ya nîştimanî tevlî zextan jî bi israr in. Li gorî min em li ser riya rast in.”
Sunneyên Iraqê piştî hilbijartinê bi rêya navbeynkariya Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî li ser daxwaza dewleta Tirk hevpeyvanek pêk anîn û Helbûsî kirin namzetê Serokê Parlamentoya Iraqê.
Piştî êrîşa li ser Mexmûr, Şengal, Dêrikê û şûnde Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Erdogan civiyabû, di civînê de hatibû gotin ku li ser gaza Herêma Kurdistanê bi Tirkiye re li hev kirine.
Piştî vê hewldanê jî Dadgeha Federal a Iraqê civiya, diyar kir ku firotina gaza xwezayî ya ji b Tirkiyeyê ne rewa ye û hiqûqî ye.