‘Heke kedkar, jin û Kurd bibin yek wê faşîzm hilweşe’

Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê Tekîn Yoldaş û Endama Konseya Giştî ya KBDH’ê Hêvî Sarya diyar kirin ku heke kedkar, jin û Kurd bibin yek wê faşîzm hilweşe.

Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê Tekîn Yoldaş û Endama Konseya Giştî ya KBDH’ê Hêvî Sarya di Medya Haberê de pirsên Delal Devrîm bersivandin.

Endama Konseya Giştî ya KBDH’ê Hêvî Sarya qala girîngiya HBDH’ê kir û got “Dema ku em li Bakurê Kurdistanê dinihêrin ji bo destkeftinên şoreşê divê li Tirkiyeyê têkoşîna şoreşger a karker û kedkaran were xurtkirin. Ji ber vê ev tişt ferz e ku li qadên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê divê ev her du şoreş li ser karakterekî yekgirtî bidome. HBDH avadaniyeke yekgirtî ya rêxistinên şoreşger e. Li Tirkiyeyê karker, kedkar û bindest di bin zetên dewleta birjûwa ya dewleta Tirk a faşîst de tên eciqandin. Di bin van êrîşan de hayjêbûna çînî jî tarûmar diber û çawaniya çalakiyên polîtîk kêm dibe. Proleteryaya Tirk heke bi neteweya Kurd re têkoşîneke yekgirtî pêk neyne wê nikaribe li Tirkiyeyê şoreşê pêk bîne. Divê tevgerên karker û kedkaran ên li Tirkiyeyê asteke polîtîk derxînin holê. Divê tifaqa xurt bi têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdistanê ava bike.”

Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê Tekîn Yoldaş jî diyar kir di sala 2022’an de HBDH dikeve sala 6’an û ji avabûna HBDH’ê û vir ve rejîma faşîst a AKP û MHP’ê gelekî qels bûye. Ev rejîm di warê ekonomîk de xitimiye. Di warê siyasî de xitimiye. Êdî bi şîddet û zilmê xwe didomîne. Ji ber vê jî armanca me ev e divê karker, kedkar û bindest tevlî nav têkoşîna şoreşa yekgirtî bibin. Xeta HBDH’ê û polîtîkbûna wê di nav dijminan re fikarekê ava dike. Ya me lêgerîneke şoreşger e, îddîaya şoreşê ye. Hedefa çalakiyên me ev e em hesap ji dijmin bipirsin. Gerîla û milîsên me hesabê qetlîam, êşkence û sûcên li dijî gel dipirsin, wê bipirsin jî. Di sala 2022’an de wê çalakiyên me zêdetir bibin.”

Herî dawîn Hêvî Sarya bal kişand ser berxwedana gerîlayan a li Zap, Metîna û Avaşînê û got “Heke ne ji vê berxwedanê bûye wê Newrozeke ewqasî xurt derneketa holê.”