Rayedarên Tirk, li ser rewşa zarokên ji ber erdhejê bandor li wan bûye, kes li ber wan nîn û tên dermankirin, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ku têkildarê zarokên mexdûrên erdhejê ne, hat kirin, wiha hat gotin: “1464 zarok hene ku kes li ber wan nîn e, 759 zarok hêj tên dermankirin. 79 zarok piştî dermankirinê, niha li wan tê nihêrtin. 626 zarok piştî nihêrtina li nasnameyan teslîmê malbatên xwe hatine kirin. Nasnameyên hezar û 197 zarokan hatine tespîtkirin, 267 zarok hene ku hêj nasnameyên wan nehatine tespîtkirin.“
KOMELEYA PÊŞÎ ZAROK Û JIN WÊ GILÎ BIKE
Tê îdiakirin ku zarokên li herêma erdhej lê rabûye û kes bi wan re nîn e, didin terîqet û mafyayên organan.
Komeleya Pêşî Zarok û Jin da xuyakirin ku ew ê têkildarê îdiayan, gilî bike. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zarokên ji ber erdhejê bandor li wan bûye û kes bi wan re nîn e, hene û ev tişt hatin ragihandin: “Derket holê ku gelek zarokên ji bin kavilan hatine derxistin, teslîmê malbatên xwe nehatine kirin. Mirov dibîne ku bêyî tespîtkirina roj, saet û cih û apartmanên zarok ji bin kavilên wan hatine derxistin zarok teslîmê kesan tên kirin ku xwe wek malbatên zarokan didin naskirin. Li gor agahiyên ji qadê hatine wergirtin, zarokên ji bin kavilan hatine derxistin, ranegihandine saziyên fermî û qeydên wan nehatine çêkirin.
ZAROKÊN ME NE BÊXWEDÎ NE
Li gor îxbarên li komele û saziyên din hatine kirin, zarokên kes bi wan re nîn e, nedane saziyên rayedar ên dewletê, lê dane ku kesên nasname nediyar û yên ku gotine ew xizmên zarokan in. Têkildarê mijarê, em li hêviya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ne ku demildest daxuyaniyê bide. Em nahelin zarok ji aliyê terîqetan ve bên îstismarkirin. Terîqet û cimaet, bi qasê erdhejê ji bo zarokan felaket in. Zarokên me, ne bêxwedî ne.“
Komeleyê her wiha banga tevlêbûna daxuyaniya çapemeniyê kir ku wê piştî gilî li Edliyeya Antalyayê bike, bê lidarxistin.