Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 38 hezar û 44 kesî
AFAD'ê ragihand ku hejmara mirovên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 38 hezar û 44 kesî.
AFAD'ê ragihand ku hejmara mirovên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 38 hezar û 44 kesî.
AFAD'ê têkildarî hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî erdheja bi 7.7 pileyî ya li navçeya Bazarcix a Mereşê û bi 7.6 pileyî ya li navenda Elbistanê, 4 hezar û 734 erdhejên biçûk qewimîn. Di daxuyaniyê de hate gotin, 38 hezar û 44 kesî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan.