Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bû 121 kes
Bîlançoya komkujiya duh li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê hat kirin, giran dibe. Xebatên ji bo diyarkirina nasnameyên mirovên jiyana xwe ji dest dane, dewam dike.

Li gorî agahiyên ku Navenda Krîzê ya HDP'ê bi malbatan re piştrast kiriye, heta niha niha hejmara mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane gihaştiye 121 kesan.
Xebatên navenda krîzê ya HDP, TTB û KESK'ê û parêzerên OHD'ê yên li nexweşxane û morga Tipa Edlî yên kesên navên xwe jiyana xwe ji dest dan didomin. Navendê şevê xebatên xwe berdewam kirin agahiyên hatin yek bi yek piştrast dikirin. Li gorî xebatên Navenda Krîzê ya HDP'ê û agahiyên ji malbatan girtin û piştrast kirin di komkujiyê de heta niha 121 kesan jiyana xwe ji dest da ne.
Di roja bûyerê ji ber hin kesên negihiştin xizmên xwe û fikra jiyana xwe ji dest dane navê wan hatin diyarkirin derket holê dijîn.
Hate hînbûn ku şevê din malbata Cemal Avşar li Navenda Tipê ya Edlî ya Keçîoren cenazeyê wî teşhîs kirin û piştre cenaze windabû.
Malbat şevê li ber Tipa Edlî ya Keçîoren, nexweşxaneyên Hacettepe, Dişkapi SSK, Îbnî Sîna û Numuneyê sekna xwe berdewam kir. Xizmên kesên birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dan şeva xwe li ber nexweşxaneyan derbas kir û pêşniyara welatiyên bibin malan qebûl nekirin. Welatiyan hewil da ku hewcehiyên malbatan pêk bînin.