Hejmara Kurdên li Helebê jiyana xwe ji dest dan gihişt 10’an

Hejmara Kurdên li Helebê jiyana xwe ji dest dan gihişt 10’an

Roja 25’ê cotmehê çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad xwestin bikevin taxên Kurdan.Ji bo komkujiyeke din pêk neyê, şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê daketin meydanan û ji çekdarên artêşa azad xwestin ku ji herêmên wan dûr bikevin. Çekdarên Artêşa Azad gule li Kurdan reşand û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 jî birîndar bûn.

Komên ku xwe weke dijberên rêjîma Sûriyeyê nîşan didin û li hemberî rêjîmê agirbest ragihandin, gulle li welatiyên Kurd yên sivîl reşandin. Heman komên çekdar 3 topên hawanê jî avêtin malên Kurdan. Di encama êrîşa çekdaran de 10 Kurd jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.

Welatiyên ku ji ber êrîşa çekdarên artêşa azad jiyana xwe ji dest dane ev in: “Mihemed Mistefa Şakir ji Cendiresê, Mesûd Bozan ji Kobanê, Ferhad Hisên ji gundê Hac Xelîl, Şiyar Bekir ji gundê Bîbaka, Emmar Hesen ji gundê Beynê, Îsmet Cemîl, Mihemed Hesen Mistefa ji gundê Dêr Hesen, û 3 kesên ku nasnameya wan nehat zanîn.

LI SER RÊYA HELEB-EFRÎNÊ WESAYITÊN KURDAN REHÎN GIRTIN

Ji ber heman êrîşê, 25 welatiyên Kurd jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de, rêveberên Meclîsa Gel ya bajarê Helebê jî hene. Komên çekdar yên artêşa azad bi vê yekê jî bi sînor neman û li ser rêya Heleb û Efrînê dest danîn ser gelek wesayîtên Kurdan û gelek welatiyên Kurd rehîn girtin.

JI YPG’Ê ÇALAKIYA BERSIVDANÊ

Di şerê ku duh di navbera koma çekdar a ketibû Taxa Eşrefiye ya Helebê û hêzên YPG’ê de, ji koma çekdar 19 kes hatin kuştin û hinek jî dîl hatin girtin. Di encam şer de koma çekdar ji taxê derket û kontrol ket destê YPG’ê. Di şer de endamek YPG’ê jiyana xwe ji dest da, yek jî bi birîndarî ket destê koma çekdar.

Piştî ku duh komek çekdar ket Taxa Eşrefiye ya Helebê ku piranî kurd lê dijîn û ji gel 5 kes kuştin, YPG’ê mudaxele kir. Di encama şerê ku heta dereng dom kir de, koma çekdar gelek kuştî dan û ji taxê derket. Piştî pevçûnê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), derbarê şerê encamên şer de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyedê hate destnîşankirin ku komek çekdar ku navê artêşa azad li xwe dike, bi armanca kontrolkirinê û vekirina wê ya ji şerekê bi rejîmê re ketiye Taxa Erşefiyeyê û ev tişt hatin gotin: “Her wiha dixwazin taxên ku gelê kurd lê dijî, bikişînin nava şerekî qirêj. Di encamê de vê koma çekdar li hemberî gelê me ku dixwest meşek aştiyane li dar bixe û bixwaze koma çekdar ji herêma wan derkeve, çek bikar anîn û gelek kes şehîd xistin û birîndar kirin.”

BÛYER ÇAWA DEST PÊ KIRIBÛN?

25’ê cotmehê komek girêdayî Artêşa Azad xwestibû ku bikeve Taxa Eşrefiye ya Helebê ku piranî kurd lê dijîn. Lê şêniyên taxê û hêzên YPG’ê destûr neda. Piştî vê bûyerê di heman rojê de, vê carê artêşa rejîmê bi topên hewanê tax topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 ji wan kurd 15 sivîlan jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 15 kesan jî birîndar bûn. Hîn şêniyên taxê cenazeyên xwe ji erdê ranekiribûn, rojek piştre, yanî di 26’ê cotmehê de, dîsa komek çekdar a artêşa azad ket Taxa Eşrefiye. Li ser vê yekê li ser daxwaza şêniyên taxê heyetek hate avakirin û hate xwestin ku bi komê re bi axive da ku ji taxê derkeve. Lê di vê navberê de koma çekdar diyar kir ku wan kontrola taxê girtiye destê xwe. Ji ber vê yekê jî bi sedan şêniyên taxê li hev kom bûn û meş lidar dixist. Lê koma çekdar girse gulebaran kir û 5 sivîl kuştin. Li ser vê yekê YPG’ê bersiv da û şer derket. Di encama şer de koma çekdar 19 windahî dan û ji taxê derket.