HDP: Zarokên mexdûrên erdhejê ji bo propagandaya xwe ya siyasî bi kar neyînin
HDP’ê nerazîbûn nîşan da ku dewleta Tirk zarokên mexdûrên erdhejê ji bo propagandaya xwe bikar tîne û banga hestiyarbûnê ya li dijî vê yekê kir.
HDP’ê nerazîbûn nîşan da ku dewleta Tirk zarokên mexdûrên erdhejê ji bo propagandaya xwe bikar tîne û banga hestiyarbûnê ya li dijî vê yekê kir.
Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz di daxuyaniya nivîskî ya dayîn de, wiha gotin: “Em weke HDP û rêxistinên civakî yên sivîl ji roja destpêkê ya erdhejê û vir ve destnîşan dikin ku divê têkildarî nûneriya zarokên mexdûrên erdhejê, helwestek bi baldar û berpirsyar were nîşandan. Em dibînin ku medyaya alîgirê desthilatdariyê beriya erdhejê û piştî erdejê jî, zarokan ji bo têgihiştina xwe ya siyasî bi kar tîne.
Em weke HDP car din bi bîr dixin û hişyar dikin. Bi dîmenên zarokên mexdûrên erdhejê weşanên ajîtatîf û sansanyonel nekin û wan ji bo propagandaya xwe ya siyasî bi kar neyînin. Zarok bingehê piştevaniya civakî ne. Têkildarî vê yekê em bang li hemû medyayê dikin ku bi hestiyar û berpirsyar tevbigerin.”