HDP û CHP'ê civîna hevpar a çapemeniyê li dar xist

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar serdana Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû kirin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li gel heyetekê serdana CHP'ê kir. Hevserokên HDP'ê bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û heyeta pê re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê jî tevî Kiliçdaroglû civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin.

KILIÇDAROGLÛ: DIVÊ EM LI KOM BIBIN

Serokê Giştî yê CHP'ê Kiliçdaroglû wiha axivî:

"Pêwîstiya Tirkiyeyê bi hembêzkirinê heye. Li hev helalkirin divê. Me gelek ji şer û pevçûnê kişand, ne şer lê divê em aştiyê bidin ber xwe. Divê em li hev kom bibin, li hev rûnên û bi hev vre biaxivin. Ti pirsgirêkên Tirkiyeyê yên neyên çareserkirin nîne. Pirsgirêk hemû bi aqil, feraetê dikarin bêne çareserkirin. Di vê çarçoveyê de me pirsgirêkên Tirkiyeyê danîn ber xwe ji bo çareser bikin. Serokên Giştî yên Birêz nêrîna xwe anîn ziman. Me jî nêrînên xwe anîn ziman. Ji aboriyê heta esnaf, cotkar, teqawît û pirsgirêkên mûçeyên kêmtirîn me pirsgirêkên welêt nîqaş kir. Bêguman fikrên me yên cuda hene, lê belê her fikir ji bo me hêja ye. Hûn careke din bi xêr hatine, em spasiya we dikin."

BÛLDAN: LI SER TIŞTÊN DI PÊVAJOYA DERBASBÛNÊ DE BÊNE KIRIN EM AXIVÎN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bûldan jî wiha axivî:

"Em hatin asta dawî ya bernameya xwe ya serdana partiyên siyasî. Serê sibehê em li Partiya DEVA bûn. Niha jî bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û heyeta pê re em rûniştin. Bêguman di mijara pirsgirêkên bingehîn de her partî fikrê xwe pêşkêş dike. Me jî îro ev kir. Mijarên lezgîn ên Tirkiyeyê ku divê bêne çareserkirin diyar in. Weke partiyên muxalefetê me rê û rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan nîqaş kir û tiştên di pêvajoya derbasbûnê de bêne kirin me nirxand. Di vê mijarê de me fikrên xwe parve kir. Bêguman em di pêvajoyeke krîzê de ne. Ne tenê krîza aboriyê, ji her alî ve li Tirkiyeyê krîz hene."

Pervîn Bûldan diyar kir ku ji bo çareseriya meseleyên li Tirkiyeyê pêwîstî bi feraset û rêveberiyeke nû heye û got, "Bêguman bi biryara hilbijartina pêşwext ev ê bikeve rojeva Tİrkiyeyê. Û bi biryara hilbijartina pêşwext re wê Tirkiye rêveberiyeke nû, feraseteke nû bibîne."

SANCAR: DIVÊ SÎSTEMA RÊVEBERIYÊ BÊ GUHERTIN

Hevserokê Giştî yê hDP'ê Sancar jî wiha axivî:

"Em hemfikirin ku li Tirkiyeyê di pêvajoyeke gelek krîzan de ne. Rêya derketina ji van krîzan bi şêwirandina bi hev re û bi diyalogê dikare bê peydakirin. Eger li Tirkiyeyê demokrasî li her qadê tê tunekirin, wezîfeya me partiyên muxalefetê ye ku rêyên zindîkirina demokrasiyê peyda bikin. Eger em soza demokrasiyê didin, wê demê bi têkiliyên xwe divê em nîşanî civakê bidin. Ev krîzên piralî di heman demê de krîza rêveberiyê ye. Ev herdu divê bi hev re bê çareserkirin. Çûyîna vê rêveberiyê di heman demê de wê bibe destpêka guhertina sîstema rêveberiyê. Me di vê mijarê de fikrên xwe parve kir. Daxwaza me ya hilbijartina pêşwext jî di nava vê de heye. Lê belê giraniya li ser meseleya hilbijartinê wê bi tena serê xwe nebe çareserî, ji ber ku pirsgirêkên gelekî giran ên civakê hene. Birçîbûn, xizanî, bêedaletî û gelek neheqî têne kirin. Ji bo gel ji van biparêzin divê em erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."