HDP: Tekane rêya çareseriyê Mitebeqata Dolmabahçe ye

HDP'ê got, ''Mitebeqata Dolmabahçayê hem fersendeke dîrokî bû û hem jî fetloneka siyasî bû. Tekane rêya çareseriyê Mitebaqata Dolmabahçayê ye.''

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di daxuyaniya xwe de got, ''28'ê Sibata 2015'an ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya pirsa Kurd deriyekî dîrokî hatibû vekirin. Mitebaqata Dolmabahçayê bi raya giştî re hatibû parvekirin û rêgez û nexşerêya demokrasî, azadî û hêviya aştiyê ya civaka Tirkiyê hatibû ragihandin. Mitebaqata Dolmabahçayê di dîroka Komarê de yek ji belgeya herî girîng bû ku derî li aştiyê û muzakereyên demokratîk vekiribû.''

HDP'ê got, ''Di Mitebaqata Dolmabahçayê de rê û rêbazên ku Tirkiye pirsgirêkên xwe yên dîrokî bi hêzên navxwe çareser bike, hate ser zimên.

Mitebaqata Dolmabahçayê hem fersendeke dîrokî bû û hem jî xaleke fetlonekê ya siyasî bû. Li vê xala fetlonekê dilxwazi aştiyê, bi siyaseta rêgez û vînê pêkan bû. Lê AKP'ê tercîha xwe li ser şer kir û tundî bi kar anî, Mitebeqata Dolmabahçayê înkar kir. Bi şerê girankirî bersiv dane rihê çareseriyê yê Mitebaqata Dolmabahçayê û bi tecrîda girankirî ya li ser Rêzdar Ocalan dawî li mitebaqata anîn. Tecrîda li ser Rêzdar Ocalan, ku ji bo bicihhatina aştiya civakî rola civakî ya Ocalan hatiye dîtîn, bûye rejîma rêveberinê.

Bi berdewamî hate gotin,''Krîzên pirhêlî ku niha Tirkiye di nav de ye, rageşiyên global û rîskên jeopolîtîk ferz dike ku dîsa li Mitebaqata Dolmabahçayê vegerin. Ji bo ku Tirkiye ji krîzan xilas bibe û krîzên global kêmtir karîgeriyê li ser bike, hewcehiyeke lezgîn e ku li Mitebaqata Dolmabahaçayê vegerin. Ji ber ve jî em bang li hemû aktorên siyasî yên Tirkiyê dikin ku li Mitebaqata Dolmabahçayê vegrin û ne tenê îroya civaka Tirkiyê, paşeroja wê jî xilas bikin.''