HDP: Rastî bi saya çapemeniya azad tê ragihandin
HDP'ê rojnamevanên ku hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Eger hîn jî rojnamevan hene ku rastiyan dinivîsîne ev yek bi saya têkoşîna çapemeniya azad e û berdêlên hatine dayine."
HDP'ê rojnamevanên ku hatin qetilkirin bi bîr anî û got, "Eger hîn jî rojnamevan hene ku rastiyan dinivîsîne ev yek bi saya têkoşîna çapemeniya azad e û berdêlên hatine dayine."
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel bi wesîleya Roja Rojnamevanên hatin kuştin, daxuyaniyek da.
Temel got, "6'ê Nîsanê ku roja qetilkirina rojnamevan Hasan Fehmî ye, ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) ve sala 1996'an weke Roja Rojnamevanên hatin kuştin hate ragihandin. Hasan Fehmî sala 1909'an hate qetilkirin. Di nava 113 salên derbasbûyî de li Tirkiyeyê bi sedan rojnamevan ji ber sedemên siyasî hatin qetilkirin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji Hasan Fehmî heta rojnamevanên Ermenî, ji Mûsa Anter heta Metîn Goktepe, ji Kûtlû Adali heta Hrant Dînk, her rojnamevanên li vê xakê hatin kuştin bi agahdarî yan jî bi destê rêveberên vî welatî ve hatin qetilkirin. Ji hingî ve li Tirkiyeyê tiştek nehatiye guhertin, lê belê rojnamevanan li gel berdêlên giran jî xwe ji têkoşîna maf û heqîqetê venegirtin. Li gel ewqas êrişên faşîzan eger hîn jî rojnamevan hene ku rastiyan dinivîsînin ev yek bi saya berdêlên hatine dayin û têkoşîna çapemeniya azad e."
Tayîp Temel di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da: "Bi navê HDP'ê em bi rojnamevanan re ne yên ku berjewendiyên gel diparêzin. Em têkoşîna wan silav dikin. Ji Hasan Fehmî heta Metîn Goktepe, ji Gûrbetellî Ersoz heta Hrant Dînk, ji Mûsa Anter heta Abdî Îpekçî li pêşberî bîranîna hemû rojnamevanên hatin kuştin em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin."