HDP namzetê hikûmetê ye, hilbijartinên pêşwext xwest!
HDP namzetê hikûmetê ye, hilbijartinên pêşwext xwest!
HDP namzetê hikûmetê ye, hilbijartinên pêşwext xwest!
Hevserokên HDP'ê civîneke çapemeniyê lidar xistin û daxwaza hilbijartinên pêşwext kirin. Hevserokan diyar kirin ku guhetina desteya wezîran wê krîzê çareser neke û gotin, "HDP ji bo desthilatdariya gel xwezgîniyê hikûmetê ye."
Hevserokên HDP'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu li gel parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder civînek çapemeniyê lidar xistin û pêvajoya dawî ya siyasî ku bi operasyona nelirêtiyê destpê kir, nirxandin.
Kurkçu ragihand ku bersiva ji krîzê re, li kolanan ji aliyê gel ve tê dayîn û got, "Pêwîste nelirêtî, înkar, binpêkirina mafan êdî ji nava civaka Tirkiyê bê derxistin. Gengaz nîne ku hikûmeta heyî vê yekê bi ser bixîne."
Kurkçu axaftina xwe wiha dewam kir: "Divê axurên Xwedayan bên paqijkirin. Ev jî bi herikîna çeman dibe. Çem jî ancax ji kolalan pêk were. Ti tiştekî din nikare vê qirêjiyê paqij bike. Hikûmet ji bo bedena xwe rizgar bike mil û lingên xwe da. Lê belê çareyeke xwe ji bo kangrenê nîne."
Kurkçu diyar kir ku ne pêkane bûyerên diqewimin bi komployê were ravekirin û got, "Koalîsyona hikûmetê pêk tîne, di nava xwe de deriziye. Aliyekî koalîsyonê, tiştên ku heta niha dianî serê gel û mûxalefetê, îro tîne serê aliyê din ê koalîsyonê."
'JI CHP'Ê, EM TÊR IN'
Kurkçu nerazîbûn nîşan da ku CHP weke alternatîf tê nîşandan û got, "Zikê me ji van têr e. Em van naxwazin. Hikûmet û cemaet her du nîvên sêvekê ne. Niha yek rabe rahêje dadgeriyê û bi nîvê din ê parlamentê ve biqeliqîne, nikare bi vî rengî sîstemeke nû ava bike."
Hevserokê HDP'ê Kurkçu xwest hilbijartinên pêşwext ên giştî werin kirin û got, "Li pêş me sê hilbijartin hene, ti astengî nîne ku her sê hilbijartin di demekê de werin kirin. Divê hikûmet û parlament xwe ji holê rakin, di şûna wê de bi qanûneke partî û hilbijartinê ya wekhev, azadîparêz û demokratîk, parlamenteke nû bê avakirin. Dema gel a bi vê hikûmetê re tijî bûye."
'DIVÊ GIRTÎ BÊN BERDAN'
Kurkçu xwest tavilê welatparêz, mûxalîf û şoreşgerêndi dema hikûmeta AKP'ê de hatine girtin werin berdan û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Hema sibê hilbijartin pêk were, em dixwazin beşdar bibin. Em ji xwe, ji gelê xwe bawer in. Êdî partiyeke nû heye ku cihê vê hikûmetê dagire, HDP heye, HDP xwezgîniyê hikûmetê ye. Em hevparên dengê gel ên li dijî hikûmetê ne. Guhertina tevahiya desteya wezîran jî têrê nake, pêwîste hilbijartinên pêşwext ên giştî werin kirin."
Kurkçu îdîaya Erdogan a digot, "ji ber pêvajoya çareseriyê komplo li me tê kirin" nirxand û got, "Eger ev rast bûya, gelo diviyabû hikûmetê rêya aştiyê bi temamî venekiribûya? Nêzî salek di ser re derbas bû, lê li holê tiştek nîne, ji bilî hikûmetê."
'GUHERTINA DESTEYA WEZÎRAN TÊRÊ NAKE'
Hevseroka HDP'ê Tûncel jî da xuyakirin ku êdî krîz nema kare were meşandin û got, "Bi guhertina desteya wezîran re ev krîz êdî çareser nabe. Pêwîste tavilê sindoq were danîn û Tirkiye rotaya xwe diyar bike."
Tûncel ragihand ku "dewleta kûr" yan jî "dewleta paralel" rastiyeke Komara Tirkiyeyê ye û got, "Hikûmetan timî xwe avêtine hembêza vê dewleta kûr. Ji bo desthilatdariyên xwe jê re gotine 'erê'. Heta îro cemaet û AKP'ê bi hev re dixwazin. Niha jî hev dixwin. Eger li holê komployek hebe, ew jî li dijî gelan e."
Tûncel di dewama axaftina xwe de got, "Ev qirêjî ancax ji aliyê desthilatdariya gel ve were paqijkirin, em namzetên desthilatdariya gel in." Tûncel salvegera komkujiya Roboskî bibîr xist û pirsa "Kî hesabê Roboskî nade?" kir.
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Sirri Sureyya Onder jî da zanîn ku hikûmet dizîtiya gotinan dike û got, "Hevokên me yên em bi salan li dijî vê neheqî, bêhiqûqî û zilmê bikar tînin, hikûmet radibe bikar tîne. Bawerim Birêz Arinç yek ji daxuyaniyên me yên kevin ku şêwirmendên wî dane destê wî, neçar maye bixwîne."
Onder axaftina xwe wiha dewam kir: "Wezîrê ku di emniyetê de li polîsê nas digere hînê duh digot, 'Dewlet wê li her kesî guhdarî bike, yên sûcê wan hebe dê sil bibin'. 4 wezîr derketin we jî desteya wezîran guhertin. Gelo 14 wezîr derketin hûnê çi bikin. Pêşniyara me ya hilbijartinên pêşwext, rêya herî demokratîk e ji bo li vî welatî pêşî li demokrasî û siyasetê were vekirin."
Kurkçu li dû daxuyaniyê bersiv da pirsên rojnamevanan û li ser pirsa "Gelo AKP biçe dê pêvajoya çareseriyê dewam bike?" Kurkçu got, "Tirkiye xwedî vînekê ye ku bi gelê Kurd re aştiyê bike. Her hikûmeta bê neçar e li gorî vê tevbigere. Dibe ku demekê dewam bike, lê ev yek êdî rêçûneke dîrokê ye."
Der heqê wezîfedarkirina waliyê berê yê Amedê Efkan ALa ji bo Wezareta Karên Hundir Kurkçu got, "Navekî li derveyî parlamentê ye. Erdogan dixwaze bêje, 'Binêrin ji bo çareseriyê ez çiqasî fedekariyê dikim.' Lê belê em dixwazin vê fedekariyê di pratîkê de bibînin."
Tûncel bibîr xist ku sicîla Ala ya li Amedê nebaş e û got, "Her wiha çareserî bi vîna siyasî dibe. Di nava hikûmetê de vîneke bi vî rengî ya siyasî nîne."