HDP MYK: Ne Kobanê dikeve ne jî HDP
HDP MYK: Ne Kobanê dikeve ne jî HDP
HDP MYK: Ne Kobanê dikeve ne jî HDP
Desteya Rêveber a Navendê ya HDP’ê, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya tevî hemû xwestek û hesreta wê jî ku DAIŞ nikare Kobanê bixîne û berxwedana gel a li wir wê nikaribe bişke ku dibîne dixwaze hêrsa xwe ji HDP’ê derxe.
Desteya Rêveber a Navendê (MYK) ya HDP’ê di daxuyaniya nivîskî de got ku berdevkên AKP’ê yên her roj HDP’ê sûcdar dikin di rastiyê de bi daxuyaniyên xwe kolanan sor dikin.
HDP MYK got, “Hikûmeta AKP’ê ya tevî hemû xwestek û hesreta xwe jî ku DAIŞ nikare Kobanê bixîne, berxwedana gel a li wir wê nikaribe bişke ku dibîne dixwaze hêrsa xwe ji HDP’ê derxe” û diyar kir ku AKP ji çar aliyan ve bi medyaya xwe û hêza dewletê ya di bin emrê xwe de êrîşî HDP’ê dike, bi taybet ber bi hilbijartinên nêz ve hewl dide nîjadperestî û neteweperestiyê pêş dixe û bi vî awayî dixwaze rê li ber windahiya dengan bigire."
Desteya Rêveber a Navendê (MYK) ya HDP’ê got ku berdevkên AKP’ê yên her roj HDP’ê sûcdar dikin di rastiyê de bi daxuyaniyên xwe kolanan sor dikin û wiha dewam kir, “Ji Serokwezîr û wezîran bi sûcdariyên bêbingeh û komployan hewl didin raya giştî û gel bixapînin. Em careke din hikûmetê hişyar dikin û bang lê dikin ku dest ji kampanyaya xwe ya lînca siyasî berde. Ev ziman xizmetê ji çareseriyê û aştiyê re nake. Her roj bi lêdan û heqareta li hember HDP’ê û bi hedefnîşandana hevserokê me yê giştî hûn nagihêjin tu deveran.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Ne Kobanê dikeve, ne jî HDP” û ev bang hat kirin, ‘Êdî dest ji fantaziyeke siyasî ya pêkanîna wê ne mimkun e berdin.’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê tu polîtîkayeke li ser dijbertiya Kurdan ne li hundir û ne jî li derve bi ser nekeve û wiha dewam kir, “Dîsa bi heman awayî organa weşana tarî ya ji aliyê her kesî ve tê zanîn û mîna berdevkê DAIŞ û Hîzbulkontra tevdigere, tetîkkêşiyê dike û kesên bi hevserê wê digirin bila vê baş zanibin ku ew atmosfera tarî ya hûn di xiyalê wê de ne, hesab û planên we negirin, provokasyonên we nekevin pratîkê. Tiştên ji bo biratiya gelan xera bike hûn belav dikin wê tenê we jehrî bike.
Êrîşên tên kirin, wê tu carî negihêjin armanca xwe. Wê nikaribe li pêşiya siyaseta HDP’ê ya pira hêvî û aştiya gelan e asteng bike.”