HDP: Li Kurdistanê wesayitên zirxî sembola komkujiyê ne
Komîsyona Zarokan a HDP'ê bal kişande ser komkujiya wesayitên zirxî û got, "Li Kurdistanê wesayitên zirxî sembola komkujiyê ne."
Komîsyona Zarokan a HDP'ê bal kişande ser komkujiya wesayitên zirxî û got, "Li Kurdistanê wesayitên zirxî sembola komkujiyê ne."
Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a HDP'ê Nuray Turkmen û Huseyîn Kaçmaz, nûnerên KESK, Egîtim Sen û ÎHD'ê li ser mijara kuştina Efe Tekîn li Meclîsê daxuyanî dan, ku Efe Tektekîn 11'ê Îlonê bi wesayita zirxî hatibû kuştin û ji vê kuştinê bavê Tektekîn berpirs hatibû dîtin.
Kaçmaz bal kişande ser terora wesayitên zirxî yên Tirk ên li Kurdistanê û diyar kir, ''Ji van yek jê ne tenê de'' wesayitên zirxî yên Tirk piranî li Kurdistanê zarokên Kurd dikujin.
Kaçmaz got,''Tenê tabloya ku li Kurdistanê derketî holê, nîşan dide ku mekîneyên kuştinê bûne sedema bobelateke çawa. Ev lîste mixabin wiha namîne û wesayitên zirxî bi domdarî dibin sedema kuştin û birîndarbûnê.''
Kaçmaz ji lîsteya ku wan hazir kirî bi rê ket, diyar kir lîste li gorî rûdanên di navbeyna sala 2008-2022'an de hatiye hazirkirin, di navbeyna van salan de 94 rûdan çêbûne, di van rûdanan de 24 jê zarok bi tevahî 56 kes hatine kuştin û 22 jê zarok bi tevahî 141 kes birîndar bûne, Mîhraç Mîroglu ê 7 salî, Abdulgafa Dayan ên ku bi wesayitên zirxî hatine kuştin bi bîr xist.
Kaçmaz got, ''Pir caran duberebûna van qezayan û pêkhatina wan li eynî cografyayê rewşeke bi zelalî datîne holê. Nîşan dide ku ev çawa bi polîtîkayên şer ên Tirkiyê yên li ser pirsa Kurd re di nav têkiliya sedem û encamê de ne.''
Kaçmaz bi bîr xist ku ji kuştina Efe Tektekîn bavê wî berpirs hatiye dîtin, hema hema li hemû rûdanan ev rêbaz tê bikaranîn, berpirsên kuştinan polîs nayên cezakirin.
Kaçmaz bi berdewamî got,''Torosên spî di bîra Kurdan de weke sembola kuştinê cih girtibûn. Di vê demê de wesayitên zirxî weke sembolên kuştinê di bîra Kurdan de cih girtine.''