HDP li dijî girtina 11 jinan: Têkoşîna me ya jinan wê bidome

Partiya Demokratîk a Gelan li ser destgîrkirina 24 jinan û 11 jinên ku hatin girtin helwest nîşan da û diyar kir têkoşîna wan a jinan nikare were astengkirin.

Hevberdevka Desteya Jinan a Rêveberiya Herêmî ya HDP'ê Halîde Turkoglu li ser destgîrkirina 24 jinan û girtina 11 jinan daxuyanî da.

16'ê Adarê bi hinceta ku tevlî çalakiya 25'ê Mijdarê, Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê, 8'ê Adarê û Peymana Stenbolê bûne 24 jin hatibûn destgîrkirin û ji van 11 jê hatin girtin.

Ji nav kesên ku hatine hatine girtin Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer, Hevşaredara Sûrê Filîz Bulutttekîn, endamên meclîsê Jale Okkan, Emîne Kaya, Esma Efeturtk, Bahara Karakaş Ulug û songul Kapancî jî hene.

Di daxuyaniyê de operasyonên destgîrkirin û girtina jinan bi bîr xist û got ev nîşana wê ye bê ka AKP-MHP çi qasî ji têkoşîna jinên Kurd ditirse û hate goitn, ew ê li dijî van êrîşan piştevaniya jinê geştir bikin.

Hate gotin, ''Li dijî êrîşên li ser jinan, bi geşkirina rêxistiniya me û têkoşîna me ya wekheviyê em ê bimeşin.

Têkoşîna me ya azadî û wekheviyê ya jinan bi girtinan nikare were astengkirin, em ê têkoşîna xwe ya jinan bi eynî biryardarî û baweriyê bidomînin.''