HDP: Erdogan dixwaze bi rêya girtîgehê pêşî li hevrikê xwe bigire

Wekîla hiqûqnas a HDP'yî Ertan, ku beşdarî çalakiya HDP'ê ya li ber avahiya Dadgeha Destûra Bingehîn bûye got, "Dadgerî bi fermana Erdogan tevdigere. Hewl dide bi vî rengî pêşî li hevrikê xwe yê xurt bigire."

Nobeda Wijdan û Edaletê ya HDP'ê piştî li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê hat lidarxistin, li Enqereyê dewam dike. Nobeda qasî mehekê dewam kir, li Parka Ahlatlibelê ya li hemberî Dadgeha Destûra Bingehîn dewam dike. Sedema ku HDP'iyan nobed li vir dan destpêkirin jî ew e, divê dadgeh der barê wekîlên girtî de erênî an jî neyînî biryreke bigire rojeva xwe û biryareke erênî bide.

Hevserok û wekîlên HDP'ê di 4'ê Mijdara 2016'an de hatibûn girtin. Wekîlên girtî û partiyê ji bo tekakesan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. HDP'î diyar dikin ku Dadgeha Destûra Bingehîn di warê biryardanê de bi xemsarî tevdigere û eşkere kirin, ku wan çend caran bi Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtu Arslan re hevdîtin pêk anîne, lê girtina randevûyê ne hêsan bûye.

Wekîlên HDP'ê 25'ê Nîsana 2017'an dabûn zanîn ku ew ê "bi hemû wekîlên xwe" tevlî merasîma salvegera 55. a Dadgeha Destûra Bingehîn bibin û li ser vê beyanê Arslan randevû daye HDP'ê. Li gorî hin nûçeyên ku di çapemeniyê de cih girtibûn, piştî vê yekê wê Dadgeha Destûra Bingehîn di nava hefteyekê de biryara xwe bida.

Her hefte dema HDP'î dixwazin Dadgeha Destûra Bingehîn bi lezgin biryarê bide, dadgeh jî "Biryara Balbay" a demên borî bi bîr dixe. Li gorî biryara Balbay, girtina 10 HDP'iyan û wekîlekî CHP'ê li dijî Destûra Bingehîn e.

Ji hêla din ve HDP'iyan jî biryara der barê rojnamevanên bi navê Erdem Gul û Can Dundar ku Dadgeha Destûra Bingehîn di 91 rojan de dabû hate bibîrixstin û hat gotin, ku 308 roj in wekîlên wan girtî ne û ev ne rewşeke asayî ye.

PÊŞÎ LI PÊVAJIYA HIQÛQÊ TÊ GIRTIN

Di heman demê de Dadgeha Destûra Bingehîn dema der barê wekîlan de biryara xwe eşkere neke, ji ber ku "Hiqûqa navxweyî tê tinekirin" pêşî li serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tê girtin. Li gorî HDP'ê dema wekî tekakesî serî li DMME'yê bidin, wê di demek kin de biryara îhlalê bê dayîn. 

NOBED BIRIN ENQEREYÊ

Di roja 306'an a girtina wekîlên HDP'ê de, HDP'ê xwest bi Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Arslan re hevdîtinê pêk bîne, piştî çalakiya rûniştinê ya 4 saetan, biryara hevdîtinê hat qebûlkirin. Lê ji ber ku hevdîtinê saet û nîvekê dewam kir bê encam ma. HDP'iyan li ber Dadgeha Destûra Bingehîn dest bi nobetê kirin.

'TENÊ TIŞKTEK HEYE BIRYARÊ BIDIN'

Hiqûqnasa HDP'î Bedîa Ozgokçe Ertan a li Parka Ahlatlibelê di nobetê de ye, diyar kir ku tenê yek tişt heye divê biryarê bidin û ev tişt got: "Divê bi biryara berê re (biryara Balbay) berovajiyê hev nebin. Dadgeha Destûra Bİngehîn niha biryara xwe ji nedîtî ve tê. Dadgerî li gorî fermana Tayyîp Erdogan tevdigere. Heke bi rastî jî dadgerî bê alî be, divê demek berê biryara xwe eşkere bikira. Tu aliyê dosyayê ku nayê zanîn tune. Destnedan dijî destûra bingehîn e." 

Ertan herî dawî got, "Tê xwestin, hevrikekî ji aliyê siyasî ve xurt e bi vî rengî bê tevizandin. Zêdeyî 10 hezar endamên partiya me hatine girtin. Bi ya me, ev girtin bi biryara siyasî bûne. Sedema eşkerenekirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî ev e."