HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku Serokê Baroya Amedê parêzer Tahîr Elçîk ku kuştinên bêdaraz dişopand, roja 28'ê Mijdara 2015'an li nêzî Minareya Çar Ling a Amedê hate kuştin.
HDP'ê ragihand ku di lêpirsînê de hê ti gav nehatiye avêtin û destnîşan kir ku ku nêzîkatiya rayedarên dewletê û desthilatdariyê li bûyera kuştina Elçî û nêzîkatiya rayedarên dewletê yên salên 90'î li kuştinên kiryar nediyar, yek e. HDP'ê diyar kir, nav, wezîr û hikumet bên guhertin jî helwest û xemsariya li dozên bi vî rengî her tim weke xwe dimîne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rûyê tarî û destên qirêj ên dewlet û desthilatdariyê, di şexsê Tahîr Elçî de wê nikaribin hêvî û lêgerîna li aştiyê tine bike.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê wan kesên ku rê li ber lînçkirina Tahîr Elçî vekirin, bûn sedema vê cînayeta siyasî û yên ev cînayet kirin ti carî ji bîr nekin" û hat destnîşankirin ku wê ti carî nehêlin ev cînayet weke kiryar nediyar bimîne û wê şopdarên dozê bin.
HDP'ê, Tahîr Elçî bi rêzdarî bi bîr anî.