HDP’ê qurbaniyên Qirkirina Ermenan bibîr anî

Rêveberiya HDP’ê têkildarî Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyek da bal kişand diyar kir ku hişmendiya qirker hîn jî dewam dike.

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî salvegera Qirkirina Ermenan daxuyaniyek da.

HDP’ê got: “Hevrûbûna bi heqîqeta dîrokê re, lêborîn ji gelê mexdûr û baweriyan bê xwestin, serî li rêyên edaletê dayîn, hevdu famkirin, pêçana birînên dîrokî bi nêzîkatiyeke dilnizim, dîsa ji bo siberojeke wekhev, gaveke devjêneber e. Ji bo pêşxistina hestên wijdan û edaletê, parvekirina êşan, bi siberojeke demokratîk, aştiyane û wekhev yekan e rê ye.”

Hevrûbûna sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, avakirina siberojeke wekhev û hevpar, avakirina aştiyeke civakî gaveke girîng e.

Bi gelê Ermen û welatiyên Ermen ên yek ji gelê herî qedîm ê vê erdnîgariyê bi hev re di nava aramiyê de jiyîn, pir girîng e. Her wiha bi dewleta Ermenî ya heman demê parçeyek ji herêma me ye, di warê dîplomatîk, bazirganî û aborî de têkilî pêşxistin, li gorî berjewendiyên gel e.

Bi van hest û ramanan, weke gelê herî qedîm ê Anatoliya û Mezopotamyayê êşa 107 salî parve dikin, ji hestên kûr êşa tirajî ya mirovî hatî jiyîn hîs dikin, careke din yên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane biêş û minet bibîr tînin.”