HDP’ê û jinan gotin: Semra Guzel vîna me ye
Rakirina parêzbendiya Semra Guzel a HDP’î li gelek bajaran hat şermezarkirin.
Rakirina parêzbendiya Semra Guzel a HDP’î li gelek bajaran hat şermezarkirin.
Rakirina parêzbendiya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel, li gelek bajaran bi daxuyaniyan hate protestorkirin.
MÊRDÎN
Di vê çarçoveyê de li pêşiya HDP’a Mêrdînê bi beşdariya Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, rêveber û endamên partiyê daxuyaniyek hat dayîn. Di adxuyaniyê de pankarta “Semra Guzel parlamentera gel û vîna jinan e” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de Ebrû Gunay diyar kir ku ji sala 1994’an heta niha, di nava 28 salan de desthilatdarî û partiyên muxalefetê guherîn lê belê dema mijar dibe dijminatiya kurdan, hemû bi hev re bi yekdestî êriş dikin û îradeya gelê kurd xesp dikin. Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
AMED
Li Amedê jî piştî 2’yemîn Kongreya Awarte ya HDP’a Çinarê, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û gelek endamên partiyê jî amade bûn. Parlamenter Tosun di daxuyaniyê de axivî û got ku wêneyê Guzel, wêneyê vê erdnîgariyê ye. Tosun, destnîşan kir ku kî çi dike bila bike lê jinên kurd dê tu carî serî netewînin. Daxuyanî, bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” bi dawî bû.
Di heman demê de li Êlih, Sêrt, Riha, Wan, Edene, Mêrsîn, Antalya, Hatay û Semsûrê jî bi tevlibûna parlamenter, endam û rêveberên HDP’ê daxuyanî hatin dayîn û biryara rakirina parêzbendiya parlamenter Semra Guzel hate şermezarkirin.
ÊLIH
TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li Êlihê bertek nîşanî rakirina parêzbendiya Guzel dan. Gelek kes tevlî çalakiya li ber avahiya HDP'ê hat lidarxistin bûn. Di daxuyaniyê de ku pankarta "Semra Guzel wekîla gel îradeya jinan e" hat vekirin. Li wir Hevseroka Navçeyê ya HDP'ê Hurriyet Kaytar bertek nîşanî polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP'ê yên li hemberî partiya wan da û got "Xeleka dawî ya van êrîşan Parlamentera me ya Amedê Semra Guzel e ku bi medyaya alîgir re ferasetek çêkir û ji aliyê darazê ve hat bikaranîn. Hewldana rakirina parêzbendiya parlamentera me Guzel jî êrîşa li dijî gelê Amedê û vîna jinan e.”
SÊRT
Daxuyaniya ku li Sêrtê dihat xwestin bê dayîn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Hevşaredara Sêrtê ya erka wê hatî desteserkirin Bêrîvan Hêlîn Işik, Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê jî di nav de gelek jin li ber avahiya HDP'ê hatin cem hev. Hevserok Bêrîvan Hêlîn Işik bi daxuyaniyeke hevpar bertekên xwe anîn ziman. Daxuyanî bi çepik û tîlîliyan bi dawî bû.
RIHA
Desteserkirina parêzbendiya Guzel li Rihayê hat protestokirin. Di çalakiya ku li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Rihayê hat lidarxistin de, endamên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û gelek kes amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî, li pişt pankarta bi nivîsa "Semra Guzel wekîla gel û îradeya jinan e" axivî û betalkirina wekîltiya Guzel şermezar kir.
Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û diyar kir ku di meclîsê de 4 partî li dijî HDP'ê li dijî Kurdan bûne yek. Omer Ocalan, rakirina parêzbendiya Semra Guzel şermezar kir û got, "Yên ku duh bi cemaetê re dest bi kar kirin, yên ku wêneyên wan bi serokê cemaetê Fethullah Gulen re hatin kişandin, li vî welatî wezîr, serokwezîr, parlamenter û parêzgar in. Yên ku me bi terorê sûcdar dikin serokên terorîstan in, em wek HDP li dijî teror û terorîzmê têdikoşin, terora herî mezin li ser HDP’ê li hemberî partiya me tê kirin. Bi hemû pêkhateyên xwe re, bi hemû partiya xwe re û bi hemû hevalên xwe re emê vê têkokînê bidomînin. Têkoşîna me wê heta ku bigihêje armanca xwe bidome."
WAN
Rêxistina HDP'ê ya Wanê li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Artemêtanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dema ku pankarta "Semra Guzel vîna gel e" hate vekirin girseyê berdewam dirûşmeya "Semra wekîla vîna me ye" berzkirin. Hevseroka HDP'ê ya Rêya Armûşê Canan Ûzûnay ku daxuyanî xwend, diyar kir ku partiyên desthilatdar her cure pêkanînên dijdemokratîk pêk anîne. Ûzûnay got, "Li hemberî van êrîşên bêhiqûqî yên li hemberî partiya me bersiva me ya yekemîn wê 8'ê Adarê û qadên Newrozê be."
ADANA
Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP'ê beşdarî çalakiya li avahiya partiyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta "Semra Guzel vîna me ye" hat vekirin de Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari axivî û rakirina parêzbendiya Guzel weke darbeyeke siyasî nirxand.
MÊRSÎN
Gelek kes tevlî çalakiya Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê ya li avahiya partiyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya navçeya Mêrsînê Bedriye Kûş di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku berxwedana wan a li dijî komploya di şexsê Guzel de hatiye pêşxistin wê bidome.
ANTALYA
Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê li ber avahiya qeymeqamtiyê bertek nîşanî rakirina parêzbendiya Guzel da. Hevseroka HDP'ê ya Antalyayê Hûlya Hasbay diyar kir ku di kesayeta Guzel de li dijî vîna jinê darbe hatiye kirin û got, "Em tu carî rakirina parêzbendiya parlamentera me Semra qebûl nakin."
HATAY
Rêxistina HDP'ê ya Hatayê li ber avahiya qeymeqamtiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiya ku pankarta "Em ê vîna gel teslîmî darbeyan nekin! #SemraguzelHalkınİradesîdîr" hat vekirin de, bi girseyî tevlî çalakiyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê navçeya Hatayê Kerem Nalbant bertek nîşanî rakirina parêzbendiya Guzel da û got, "Em ê çok nedeynin, serî natewînin û li her derê û li her platformê em ê ji we re bibin kul."
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Îskenderûnê rakirina parêzbendiya Guzel bi daxuyaniyeke çapemeniyê protesto kir.
ADIYAMAN
Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Adiyemanê li bajarokê Bûlam (Pinarbaşi) daxuyaniyek da çapemeniyê. Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Sîdar Kisa diyar kir ku Guzel nûnera gel û îradeya jinan e.