HDP'ê Roja Romanan pîroz kir

HDP'ê Roja Romanan a Cîhanê pîroz kir û bal kişand ser xizanî û nijadperestiya li dijî Romanan.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari ji bo Roja Romanan a Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Roman xizan têne hiştin û nijadperestî, cihêkarî li wan tê kirin. Ji ber ku zimanên Roman (Romanes, Domarî, Lomavren) û çanda wan nayên naskirin, Roman nikarin bi zimanê xwe biaxivin, lewma jiyan li wan giran dibe."

Hatîmogûllari bal kişand ser pirsgirêkên ji aliyê perwerde, kar, tenduristî û bicihbûnê li pêşiya Romanan têne danîn û destnîşan kir ku ji ber vê yekê cihêkarî li Romanan tê kirin.

Di daxuyaniyê de bi navê HDP'ê hate ragihandin ku divê hemû astengiyên li pêşiya tevlîbûna Romanan a li qada civakî, aborî û siyasî bêne rakirin û piştgirî ji Romanan re hate dayin.

HDP'ê di dawiya daxuyaniyê de 8'ê Nîsanê Roja Romanan a Cîhanê pîroz kir.