HDP’ê li dijî desteserkirina navenda alîkariyê gilî sûc kir

HDP’ê li dijî desteserkirina navenda alîkariyê ya li Bazarcixê gilî kir.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê û parêzerên partiyê ji ber desteserkirina Navenda Alîkariyê ya Hasankocaya Bazarcixê û astengkirina alîkariyê derbarê Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû, waliyê Mereşê Omer Farûk Coşkûn, qaymakamê Bazarcixê Mûstafa Hamît Kiyici, fermandarê jendirmeyan û derbarê hemû rayedarên ku li ser vê meseleyê ferman dane û tevlî sûc bûne, gilî kir.

Di daxwaznameya gilîkirinê de hate diyarkirin qaymakamê Bazarcixê tevî bi sedan leşkerên çekdar çûye qada hevgirtinê, diyar kiriye ku wan dest danîne ser alîkarî û avahiyê, li ser vir wê rêveberiyek ji 6 kesan pêk tê peywirdar bikin û TIR jî tê de hemû alavên alîkariyê desteser kirine.