HDP'ê Kemal Kurkut bi bîr anî

HDP'ê Kemal Kurkut ê ku polîsên Tirk di Newrozê de ew kuştin bi bîr anî û got, ''Ji wê rojê û wir ve dewletê bi hemû erkên xwe polîsên bersûv parastine.''

Ji Komîsyona Hiqûqa û Mafê Mirovan Berpirs, Alîkarê Hevserok HDP'ê di salvegera 5'an a kuştina Kurtkut de, Kemal Kurkut bi bîr anî.

Dede di daxuyaniya niviskî de got, ''Kemal Kurkut beriya niha bi 5 salan, 21'ê Adara 2017'an dema tê ji bo ku tevlî Newroza Amedê bibe, polîsên Tirk 'bi gumana bombeyê zindî' ji pişt ve derb lê dan û ew kuştin.''

Dede, daxuyaniya wê demê ya Walîtiya Amedê bi bîr xist, ku Walîtiya Amedê gotibû 'kesekî ku dixwest çalakiya bombeyê zindî bike hatiye bêkêrkirin''  û got,''Lê wêneyê piştî rûdanê her tişt bi rengekî aşkere derxiste holê.''

Dede bi berdewamî got,''Ji wê rojê û wir ve dewlet bi hemû erkên xwe polîsên bersûc parastine. Hêzên çekdar, Saziya Tiba Edlî, hemû  saziyên dewletê ji bo ku ser kuştinê bigirin bi dil û can xebitîne. Dawiyê jî derheqê polîsên bersûc biryara bereatê hatiye danîn.''

Dede got, ''Em kesên ku Kemal Kurkut kuştin, ên ku lê fihil kirin jî, her roj ji nû ve şermezar dikin, em ê şermezar bikin jî. Di vê roja dîrok de ku sembola sala nû, bawerî, berxwedan, aştî û azadiyê ye, em Kemal Kurkut ê ku hatî kuştin bi bêrîkirin bi bîr tînin, di şexsê Kema Kurtku de em soz didin hemû ciwanên xwe ku têkoşîna demokrasiyê û aştiyê geş bikin û welat û cîhaneke ku em bikaribin lê bijîn ava bikin.''