HDP’ê kedkarên berxwedêr silav kir

Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Şaziye Kose diyar kir berxwedana kedkaran di rojên dawîn de encamek stendiye û got “Em amade ne, bi hev re bi ser bikevin û têbikoşin.”

Alîkara Hevserokatiya Giştî û Berpirsa Komîsyona Kedkaran a HDP’ê Şaziye Kose daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Bi krîza ekonomîk re, hejarî, bêkarî, enflasyon zêde bûye lîrayê Tirkan bêqîmet dibe. Fatûreya krîza ekonomîk ketiye li ser milê gelê me yê hejar, kedkar û bêkar.

Li hemberî mêtingeriya kedê kedkar li ber xwe didin û mafê xwe diparêzin. Herî dawîn jî kedkarên Trendyol Expres û kedkarên BBC grev dan destpêkirin û ev grevên wan bi ser ketin. Vê berxwedanê îlham daye gelên Tirkiyeyê. Di vê çarçoveyê de hepsîJET, Surat Kargo, Aras Kargo, Scott û gelek kedkarên kargo û motokûryeyê li hemberî şertên giran ên xebatê mafên xwe yên demokratîk bi kar anîne û dest bi têkoşînê kirine.

Em piştgiriyê didin têkoşîna kedkar û karkeran. Em li her derê bi kedê re ne. Em amade ne, bi hev re bi ser bikevin û têbikoşin.”