HDP’ê ji hikumetê cînayeta Tahir Elçî pirsî
Parlementera HDP’ê Yîgîtalp ji Wezareta Dadê pirsî bê ka çima cînayeta Tahîr Elçî nayê ronîkirin.
Parlementera HDP’ê Yîgîtalp ji Wezareta Dadê pirsî bê ka çima cînayeta Tahîr Elçî nayê ronîkirin.
Parlementera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp têkildarî qetilkirina Tahîr Elçî, bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne, pirsnameyek kir.
Yîgîtalpê di pirsnameya xwe de qala van tiştan kir;
“Serokê Berê yê Baroya Amedê rêzdar Tahir Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de ji bo balkişandina mîrasa çandî ya li Sûrê ya ku tê texrîbkirin, li pêşiya Minareya Çar Ling daxuyaniya çapemeniyê da û li vê derê hate qetilkirin. Di ser qetilbûna wî de 2 sal derbas bûn. Di lêpirsîna Tahîr Elçî de 3 dozger guherîn lê hê jî cinayet negihiştiye encamê.”
Pirsên Yîgîtalp a HDP’yî wisa ne:
“Çima doza qetilkirina rêzdar Elçî bi encam nebûye?
Lêkolîna cihê bûyerê piştî cinayetê 4 meh şûnde, di 17’ê Adara 2016’an de hatiye kirin. Hinceta zagonî va tiştî çi ye?
Çima gulleya ku bûye sedema kuştina Elçî nehatiye tespîtkirin?
Lêpirsîna îdarî ya têkildarî polîs û amîrên wan di kîjan astê de ye?
Gelo li ser çekên polîsên li wê derê lêkolîna krîmînal hatiye kirin? Heke nehatibe kirin, hinceta wê ya zagonî çi ye?
Hevsera Elçî, Turkan Elçî ligel ku gotiye ew hemû polîsên li wê derê gilî dike, çima îfadeya van kesan nehatiye stendin?
Di dema kuştina Tahîr Elçî de, 13 saniyeyên kameraya polîsan hatiye qutkirin? Sedema vê çi ye?
Ji bo tespîtkirina qutkirin, montaja van dîmenan gelo ev dîmen ji TUBÎTAK û ATK’ê re hatine şandin?
Dîmenên kameraya 4’emîn a Mardîn Kebabevî ya ku li cihê bûyerê dinihêre li ku ye? Ev dîmen gelo hatine temaşekirin? Heke hatibe temaşekirin encam çi ye?
Gelo kamera û kartên hafizayê yên van dîmenan hatine desteserkirin? Heke nehatibe desteserkirin ev kamera û kartên hafizeyê li ku ne?”