HDP'ê ji bo Desmond Tûtû peyama sersaxiyê da

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo xwediyê xelata aştiyê ya Nobelê oldarê ji Efrîkaya Başûr Desmond Tûtû peyama sersaxiyê dan.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê gotin, "Bi xemgîniyeke mezin em pê hesiyan ku yek ji sembolên têkoşîna aştî, edalet û azadiyê, xwediyê xelata aştiyê ya Nobelê serpîskoposê Efrîkaya Başûr Desmond Tûtû wefat kiriye."

Di peyamê de hate gotin, "Her tim bala xwe li ser têkoşîna aştî û azadiyê ya Kurdan bû û bi dilnizmiyeke mezin piştgirî da. Ne tenê bi gotinê, her wiha bi çalakiyê li ber zaliman rabû, li cem bindestan ma. Em ê di hiş û têkoşîna xwe de xwedî li vî dost û kesayetê dîrokî derkevin.

Em careke din dilsoziya xwe ya bi armancên aştî, edalet û azadiyê yên Desmond Tûtû radigihînin û sersaxiyê ji hezkiriyên wî û gelên Efrîkaya Başûr re dixwazin."