HDP'ê cejnên Noel û Yaldo pîroz kir
HDP'ê cejnên Noel û Yaldo pîroz kir û diyar kir ku ji bo jiyaneke azad a her kesî ya bi çanda xwe, ew ê têkoşînê mezin bikin.
HDP'ê cejnên Noel û Yaldo pîroz kir û diyar kir ku ji bo jiyaneke azad a her kesî ya bi çanda xwe, ew ê têkoşînê mezin bikin.
Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejnên Noel û Yaldo pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em Cejna Noel a alema Xiristiyan û cejna Yaldo ya xelkê Suryanî, her wiha sala nû ji dil pîroz dikin û hêvîdar in ku sala nû aştî, wekhevî, edalet û azadiyê bi xwe re bîne."
Hatîmogûllari got, "Gelan, baweriyan, jinan, ciwanan, kedkaran, parêzvanên xwezayê saleke zehmet a berxwedana li dijî desthilatdariya AKP'ê ya otorîter li pey xwe hişt" û wiha dewam kir, "Bi hêviya ku bibe welatekî azad û wekhev ê ji bo hemû nasname, çand, bawerî û zimanan, em têkoşîna xwe mezin dikin. Bi hêviya ku cejn hestên biratî û piştevaniyê xurt bikin, cejnên Noel û Yaldo pîroz bin."