HDP’ê Cejna Akîtûyê pîroz kir
HDP’ê Cejna Akîtû ya Asûrî û Siryanan pîroz kir û xwest ev cejn bibe wesîleya aştî û azadiyê.
HDP’ê Cejna Akîtû ya Asûrî û Siryanan pîroz kir û xwest ev cejn bibe wesîleya aştî û azadiyê.
Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Gelan û Baweriyan Tulay Hatîmogûllari peyameke nivîskî weşand û Cejna Akîtûyê pîroz kir.
Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin “Cejna Akîtûyê ya ku îsal dikeve sala 6772, pîroz be. Cejna Akîtûyê navê xwe ji zimanê Akadî distînê û tê wateya ceh. Ev cejn sala nû ya gelên Asûrî û Siryanan e, tê wateya hatina biharê û bereketê.
Ji ber polîtîkayên înkarê û zextê yên pergala tekparêz a Tirkiyeyê, Cejna Akîtû ya ku nirxekî girîng ê nasnameya Siryanan e, salên dirêj nehate pîrozkirin. Lê gelên ku tune hatine hesibandin û hatine înkarkirin, bi berxwedaneke mezin xwedî li ziman, çand û cejna xwe derketin. Gelên Asûr û Siryanî piştî salan dîsa dest bi pîrozkirina cejna xwe kirin.
Gelên Asûr û Siryan ên ku dema Qirkirina Seyfo ya sala 1915’an de û piştî wê nifûsa wê kêm bûn, her sal di 1’ê Nîsanê de li welatên xwe û li dîasporayê vê cejnê pîroz dikin.
Em dizanin ku her cihêtiyek parçeyekî vê mîrateya mirovayetiyê ye û her nirxa ku winda dibe, parçeyekî me bi xwe re dibe, girîng e ku Cejna Akîtûyê li ser vê axê bi azadî were pîrozkirin. Ji bo ku gel û bîr û baweriyên cihê karibin çand û nasnameya xwe bi azadî bijîn, em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Em hêvîdar in Cejna Akîtûyê bibe wesîleya azadiye hemû mirovayetiyê, bi xwe re bereket û aştiyê bîne.”