HDP: Desthilat girtîgeh û welat aniye rewşekî ku nayê jiyankirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da daxuyanî da û bi gotina desthilat di serî de girtîgeh hemû welat aniye rewşekî ku nayê jiyankirin nerazîbûn nîşan da.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsiya Ûmît Dede daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Mixabin em hîn bûn ku di demên dawî de mirineke nû li mirinên li girtîgehan zêde bûye. Girtiyê bi navê Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê 30 sal in di girtîgehê de ye, duh bi şev li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da û bi vî rengî hejmara girtiyên di 3 mehên dawî de li girtîgehan jiyana xwe ji dest danî derket 8 kesan.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Ev hemû mirinan mirov nikare ji polîtîkayên hikûmetê ku girtîgehan vediguherîne malên mirinê, cuda bigire dest. Her çiqasê dewlet ji parastina mafê jiyanê yê girtiyan di girtîgehê de berpirsyar e jî, lê ji bo ku girtiyan ber bi mirinê ve rakêşe, hemû maf ên li gorî xalên Destûra Bingehîn û AÎHM’ê, bi taybetî mafê xwe gihandina pêdiviyên tenduristiyê, binpê dikin û ji bilî bicihanîna erkên xwe, girtîgeh veguherandin navendên êşkenceya fîzîkî û derûnî. Saziya Tiba Edlî bi destê îdareya Heyetên Çavdêriyê hema bêje ji girtiyên nexweş re korîdora mirinê çêkiriye.

Desthilatdariya ku welat ber bi gelek qeyranan ve kişandiye, hemû welat, bi taybetî jî girtîgeh aniye rewşekî ku nayê jiyankirin. Em careke din diyar dikin ku; rêya pêkanîna edaletê li van xakan ne Wezîrê Dadê, belku bi guhertina hişmendiya li dijî edaletê pêkan dibe. Bi vê têgihîştinê em careke din vê soza xwe dubare dikin ku li hemberî êrîşa sîstematîk a li ser jiyana girtiyan çawa ku em ê têkoşîna xwe ya siyasî, civakî û edaletê bilind bikin, helbet em ê di çarçoveya huqûqî de ji kesên ku bûne sedema van mirinan hesab bipirsin."