HDP: Biryara DMME'yê divê demildest were bicihanîn, siyasetmedarên rehîn bêne berdan

HDP'ê bal kişande ser biryara binpêkirinê ya DMME'yê û got,''Divê biryara DMME'yê demildest were bicihanîn, siyasetmedarên rehîn bêne berdan.''

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê (Partiya Demokratîk a Gelan) derheqê biryara 'binpêkirin'ê ya DMME'yê ya têkilî rakirina destlêdana wekîlên HDP'ê daxuyaniye niviskî da.

HDP'ê got, DMME'yê bi rengekî teqez pejirandiye ku Tirkiyê bi rakirina destlêdana wekîlên HDP'ê ya 20'ê Gulana 2016'an Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê binpê kiriye û ev biryar dijî hiqûqê ye.

HDP'ê têkilî biryara DMME'yê got, ''Ev biryara DMME'yê biryareke bi wesfê teqez e û demildest divê were bicihanîn. Bi biryara îro re, dozên ku piştî destlêdan hatiye rakirni, dest pê kirine demildest werin sekinandin, hevalên me yên ku li girtîgehê ne demildest werin berdan, înfaza cezaxwariyan were sekinandin û demildest bêne berdan.''