HDP astengkirina cenazeyan anî Meclîsê

HDP ji bo serokwezîr bibersivîne pêşnûmepirs pêşkêşî meclîsê kir.

HDP ji bo serokwezîr bibersivîne pêşnûmepirs pêşkêşî meclîsê kir. HDP di pêşnûmepirsê de pirsên "Çima ji 27.07.2015'an vir ve nahêlin ji 13 cenazeyên ku 12 jê welatiyên Komara Tirkiyeyê ne û di şerê hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane têkeve Tirkiyeyê? Ev yek cihê wê di wijdan, qanûn û exlaqê de çi ye?" kir.

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî betek nîşanî rawestandina astengkirina cenazeyên şervanên HPG, YPG û YPJ'ê da û mijar bir rojeva meclîsê. Guneylî ji bo Serokwezîr Ahmet Davutoglu bibersivîne pêşnûmepirs pêşkêşî meclîsê kir. Di pêşnûmepirsê de ev pirs kir: "Rawestandina cenazeyan, astengkirin an jî derengxistina definkirinê tu wijdan û olan de cihê wê tune ye pêkanînek dermirovahî ye." Di pêşnûmepirsê de hat gotin ku bi rojan e cenaze tên rawestandin û wiha pê de çû: "13 cenaze li ser biryara ne fermî ya Lijneya Wezîran li Deriyê Sînor ê Birahîm Xelîl di bin germa 45-50 derece de tên rawestandin. Her wiha malbatên wan li ber deriyê sînor tên mexdûrkirin. Ji van cenazeyan 12 jê welatiyê Komara Tirkiyeyê ne û yek jê jî welatiyê Almanyayê ye di şerên cuda yên hemberî rêxistina terorê ya ÎŞÎD'ê de jiyana xwe ji dest dane."

CIHÊ VÊ PÊKANÎNÊ DE WIJDANÊ DE ÇI YE?

Di pêşnûmepirsê de pirsa çima cenaze tên rawestandin hat kirin û wiha pê de çû: "Çima ji 27.07.2015'an vir ve nahêlin ji 13 cenazeyên ku 12 jê welatiyên Komara Tirkiyeyê ne û di şerê hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane têkeve Tirkiyeyê? Ev yek cihê wê di wijdan, qanûn û exlaqê de çi ye? Ligel ku heta niha cenaze di sînor de derbas dibûn çima niha hatiye qedexekirin?"