HDP: AKP berpirsê cînayeta karkerên demsalî yên li Samsûnê ye
Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Kûrtûlan got: “AKP berpirsê cînayeta karkerên demsalî yên li Samsûnê ye.”
Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Kûrtûlan got: “AKP berpirsê cînayeta karkerên demsalî yên li Samsûnê ye.”
Alîkara Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Fatma Kûrtûlan têkildarî êrîşa îro ya li dijî karkeran a li Samsûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Kûrtûlan wiha got: “Karkerên demsalî ji ber polîtîkayên AKP’ê yên ku dijminatiya kedê dike, ji neçarî ji axa xwe vediqetin. Ev karker ji statuya hiqûqî bêpar in û kêşeyên wan ên bicihbûn, tenduristî, veguheztinê heye. Di heman demê de dema ku ev karker diçin cihên kar, êrîşên nijadperestî li wan tê kirin.”
Kûrtûlanê di daxuyaniyê de qala van tiştan jî kir:
“Malbatên ku ji Wêranşarê hatine Termeya Samsûnê û li konan dimînin, ji hemberî taxa wan ango ji taxa Şûayîpliyê gule li malbatê hatiye reşandin. Perîhan Akin a 36 salî jiyana xwe ji dest daye û gelek mirov birîndar bûne. Berpirsyariya vê êrîşê di stûyê hikumeta AKP’ê de ye.
Hikumet a ku divê şertên baş ên mirovî yên xebatê amade bike, bi gav neavêtinê dibe şirîkê van êrîş û cînayetan.
Em sersaxiyê ji malbat û xizmên vê malbatê û ji gelê xwe re dixwazin.
HDP van polîtîkayên ku karkerên demsalî mehkûmî birçîbûn û mirinê dike, qebûl nake. Em dîsa dubare dikin ku em ê li dijî vê rewşê têbikoşin û têkoşîna xwe ya kedkar heta dawiyê bidomînin.”