Hevberdevkên Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglu û Velî Saçilik derheqên êrîşên nîjatprest ên li ser penaberan û Kurdan ku van rojên dawî zêdetir bûne daxuyaniyeke niviskî dan.
Di daxuyaniyê de êrîşên li ser nûçegihanên muxalîf, siyasetmedar, HDP'ê hate bibîrxistin û hate diarkirin êrîş hatine asteke ku êdî gefê li hemû beşê civakî bixwe û hate gotin, di serî de penaberên ji Sûriyê, penaber dibine hedefa êrîşên nîjatperest, lîncê û gtinên nefretê.
Bi berdewamî êrîşa li Enqerê Altindagê ya li ser dikanan, êrîşa bi kêrê ya li ser 3 xwendekarên Kurd li Enqerê û êrîşa li ser dikanên penaberên Sûriyê ya li Esenyurt Stenbolê hate bibîrxistin û hate gotin, ''Êrîşa girseyî ya li ser dikanên penaberan mixabin nîşaneya êrîşên mezintir û planên mezintir ên kaosê ne. '' Kuştina penaberê bi navê Naîl Alnafî ê 19 salî jî hate bibîrxistin û hate gotin, ''Ev jî talokeya mezin ku nêz dibe nîşan dide.''
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin berpirsê êrîşa li ser penaber, muxalîf, Kurd, demokrat û HDP'ê AKP-MHP ye bang li partiyên siyasî yên muxalîf, rêxistinên girseyî yên demokratîk û antîfaşîstan hate kirin ku li dijî êrîşên nîjatperest û faşîst gotin û çalakiya demokratîk geş bikin û bi hev re li dijî faşîzmê bisekinin.