HDK: Em li hemberî şer helwesta xwe diyar bikin

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) derbarê êrişên dagirker ên dewleta Tirk daxuyanî da û got “Em bang li gel û demokrasiya Tirkiyeyê dikin ku li hemberî şer bila dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe diyar bikin.”

Desteya Rêveber a HDK’ê derbarê êrişên dagirker ên desthilatdariya AKP û MHP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Rejîma Qesrê hewl dide pêşeroja xwe bi polîtîkayên şer de teqez bike. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku roj bi roj gel piştgiriya gel a ji bo wê dihele, careke din hêviya xwe bi şer re girêdaye.

Êrişa leşkerî ya li dijî Rêveberiya Herêma Kurdistanê ne ji bo fêdeya gelên Tirkiyeyê û demokrasiyê ye. Ev êriş ji bo mayîndekirina rejîma yekzilamî ye. Îro kesên li dijî hejarî, birçîbûn û zaman nikarin tiştekî bikin çawa ji hewayî û bejahiyê van êrişên leşkerî dikin? Desthilatdariya AKP û MHP’ê baca ku ji kedkar û hemwelatiyan setendiye, ne ji bo polîtîkayên aştiyê lê ji bo siyaseta şer bi kar tîne.

Em dîsa dubare dikin, ev şer ne ji bo berjewendiya gelan e, ev şer ji bo berjewendiya desthilatdaran e. Em careke din diyar kikin ku emn li dijî vê êrişa leşkerî ya li ser axa Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ne. Em bang li gel û hêzên demokrasiya Tirkiyeyê dikin ku dengê xwe yê li hemberî şer bilind bikin û helwesta xwe diyar bikin.”