HDK dê li 5 bajaran pirsa "Fermana lêdanê kê da?" ya Komkujiya Roboskiyê bi çalakiyan bi pirse.
Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), dê sibê li Îzmîr, Stenbol, Enqere, Edene û Mêrsîn bi çalakiyan, kiryarên komkujiya Roboskiyê yên hêj nehatin dîtin û darizandin şermezar bike. HDK çalakiyan bi slogana "Fermana lêdanê kê da?" dê li dar bixe. Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hate dayîn wiha hate gotin: "34 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, kê kir ne diyare. 150 roj derbas bûn. Hikûmetê berpirsiyarê vê komkujiyê û kesên fermana vê yekê dan nedarxistin ber dadê. HDK ji bo ku van rastiyan bi bîrbixe û vê yekê şermezar bikin derkeve kolanan.
Endamên HDK'ê têkildarî çalakiyên li 5 bajaran bikin jî wiha dan:
Edene
Demjimêr: 13.00 Cih: Parqa Înonu
Enqere
Demjimêr: 13.00 Cih: Qada Sakarya
Stenbol
Demjimêr: 13.00 Cih: Dolmabahçe
Îzmîr
Demjimêr: 12.00 Cih: Ber Konak YKM'ê
Mêrsîn
Demjimêr: 15.00 Cih: Li ber Şaredariya Akdenîzê