HDK: Dê hesabê Roboskiyê bê pirsîn

HDK: Dê hesabê Roboskiyê bê pirsîn

Endamên Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), li Enqere û Îzmirê di roja 150'emîn ya komkujiya Roboskiyê de çalakî pêk anîn û xwestin hesap bê pirsîn.

ENQERE

Endamên Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK), di roja 150'emîn a komkujiya Roboskiyê de li Kolana Sakaryaye daxuyanî da çapemeniyê û komkujî şermezar kir. Komê di çalakiyê de pankarta "Em dixwazin bizanibin kê fermana komkujiyê da", "150 roj bûn kê fermana komkujiyê da" vekirin û bê navber dirûşmeyên "Dewleta qatil dê hesap bide" û "Roboskiyê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û gelek endamên HDK'ê amade bûn. Li ser navê komê endama HDK'ê ya Enqereyê Şukran Dogan, daxuyanî da û diyar kir ku ew dê hesapê Roboskiyê ji rayedaran bipirsin. Dogan, bilev kir ku di ser komkujiyên Mereş, Çorûm Sêwas, Gazî, Vegera Jiyanê re bi hezaran roj derbas bûne, lê hej bûyer nehatine ronîkirn.

Serokê Giştî yê ÎHD Ozturk Turkdogan, anî ziman ku komkujiya li Roboskiyê bi zanebûn û bi armanc pêk hatye û wiha got: "Dixwazin ser vê komkujiyê veşêrin. Lê em destûr nadin vê yekê. Em dê heta dawî li pey şopa wê bin. Me ji bîr nekiriye, em ji bîr nakin û em nadin ji bîrkirin."

ÎZMÎR

Li Îzmire jî bi heman armancê li pêş YKM'ê ya Konakê çalakî hate lidarxistin. Li vir jî endamên meclîsa HDK'e û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Koma li vir heta Sumerbanka Berê meşiyan û dirûşme berz kirin. Li vir jî heman pankart hatin vekirin, heman dowîz hatin rakirin û heman dirûşme hatin berzkirin.