HBDH: Faşîzm bi têkoşînê dikare têk biçe

HBDH: Bi minnet û daxwazan li hemberî faşîzmê têkoşîn nayê kirin. Faşîzm ji aliyê têkoşeran ve dikare were têkbirin.

Fermandariya Milîsên HBDH’ê derbarê çalakiyên li Bûrsa, Îzmîr û Amedê daxuyaniyek weşand.

“Em dixwazin derbarê çalakiyên ku me hefteya borî li metrepolên Tirkiyeyê kirine, raya giştî agahdar bikin. Li Gazîosmanpaşayê çalakiya bi bombe ya li dijî Weqfa TUGVA’yê, li Îzmîrê çalakiya bi bombe ya li dijî wesayîta polîsan û li Amed/Sûrê çalakiya bi bombeyên destan a li dijî polîsan.

Ji ber ku faşîzmê şerekî giran daye destpêkirin. Heke faşîzm êrişa di 17’ê Nîsanê de ya li çiyayên Kurdistanê bi ser bixîne, wê ji bo avakirina dîktatoriyeke faşîst a ku mafên karker, jin ,ciwan, kedkaran û daxwazên mafan tasfiye dike, gavan biavêje. 

Bi minnet û daxwazan li hemberî faşîzmê têkoşîn nayê kirin. Faşîzm ji aliyê têkoşeran ve dikare were têkbirin. Ji aliyê têkoşeran ve, ji aliyê kesên berdêla vî tiştî didin faşîzm dikare were tunekirin.

Em hişyariyeke dawîn dikin. Faşîzm dikare têk biçe û ev têkçûn bi saya HBDH û dostên wê pêk were. Divê her kes dahatûya xwe wisa ava bike û her kes planên xwe li gorî vî tiştî bike.Kî îro xwe dispêre qesrê û zilmê li gel dike û êşkenceyê li girtiyên şoreşger dike, divê bizanibe wê ev agir were ber deriyê wna jî. Kî li fabrîke, atolye û li ser erdan zilmê li karkeran dike wê dengê HBDH’ê wan jî nas bike. Şer ketiye qonaxeke nû. Li hemberî vê zilmê, ji bo têkoşîna hevpar a kedkarên Tirkiyeyê û gelê Kurd ê bindest, tekane rêya rizgariyê ev e ku mirov bi zimanê ku fêm dike, bersivê bide faşîzmê.”