HBDH’ê li Stenbolê çalakî kir

Milîsên Garîbe Gezer ên HBDH’ê li naçveya Pendîk a Stenbolê trafoya ayîdê semta ku endamên AKP’ê lê dijîn teqand.

Milîsên Garîbe Gezer ên Tevgera Şoreşê ya Hevgirtî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku endamên wan di 18’ê Kanûnê saet 16:40’an de li Taxa Velîbaba ya Pendîk a Stenbolê li dijî trafoya semta Kentev Çarşi ya piraniya şêniyên wê endam û rêveberên AKP’ê ne çalakiyeke sabotajê lidarxistine.

HBDH’ê her wiha bal kişande ser rewşa li girtîgehan û got, “Em Milîsên HBDH’ê emê destûr nedin qetlîam û êşkenceya keyfî ya li zindanan li ser girtiyên şoreşger were pêkanîn. Emê ji hemû sazî û kesên faşîst ku tiliya wan di van siyasetan de heye hesabê bipirsin.”