HBDH’ê ji bo Newrozê peyamek da

Komîteya Rêveber a HBDH’ê di peyama xwe ya Newrozê de got “Divê qadên Newrozê bibin qadên ku şoreşa yekgirtî ya Tirkiye û Kurdistanê lê were avakirin.”

Komîteya Rêveber a HBDH’ê ji bo Newrozê peyamek weşand. 

Di peyama HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Tevî ruhê şoreşger û serhildêr ê 8’ê Adarê, bi îradeya 12’ê Adarê ya ku beyana biryardariya şoreşa yekgirtî ye û bi hêrsa Helebceyê em ber bi Newrozê ve dimeşin. Di serî de li gelê Kurd Newroz li gelên kedkar, jin, gerîlayên şoreşa yekgirtî û li milîsên me pîroz be.

Newroz di dîrokê de bûye yek ji sembola têkoşîna gelan a li hemberî zaliman. Ji bo gelê Kurd ne bi tenê cejn e, li hemberî pergalên koleker û mêtingeriyê jî bûye roja berxwedanê.

Agirê berxwedanê yê ji Kawa maye di destê gelê Kurd, jinên Kurd, gerîlayên têkoşîna yekgirtî û milîsên me de bilind dibe. Li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn, berxwedan û şerê ji bo azadiyê didome. Daxwaza jiyana azad li Rojava bi şoreşa gelan a wekhevparêz û li ser azadiya jinan tacîdar bûye. Êşkence, qetlîam, destgîrkirin û zindanan dev ji têkoşîna canfeda nehatiye berdan. Ev teslîmiyet parçe parçe bûye. Agirê berxwedanê yê di nav qehremanên me de bûye ala, mezin dibe û vêdikeve.

Newroz ji bo mafê hebûnê yê gelê Kurd wekî qonaxekê ye û îro li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo gelên kedkar û bindestan bûye qonaxa hilweşandina faşîzmê û avakirina şoreşa yekgirtî.

Qadên Newrozê divê bibin qadên ku wê şoreşa yekgirtî a Tirkiye û Kurdistanê lê were avakirin. Divê bibe derfeta ku gel, çînên bindest, nasnameyên zayendî yên li ser zilm hene û geşkirina têkoşîna yekgirtî ya jinan. Divê têkoşîna azadiyê ya ku gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk a faşîst didomîne, bi têkoşîna kedkar, karkeran a li hemberî hejariyê bibe yek. Divê yekîtiya gelên bindest û yekîtiya çînên bindest û jinan werin ba hev û ev tişt nabe ku were taloqkirin. Divê sûretê qehremanên ku di têkoşîna şoreşa me ya yekgirtî de nemir bûne, li asîmanan li ba bibe, nav û sonda wan li qadan bibin şîar.”