Hay ji zarokên erdhejzede nîne
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP'ê Nûray Turkmen got, agahiyeke zelal ji zarokên erdhejzede nîne ku di destê dewletê de ne.
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP'ê Nûray Turkmen got, agahiyeke zelal ji zarokên erdhejzede nîne ku di destê dewletê de ne.
Piştî erdheja li Mereşê, gelek zarokên erdhejzede ji aliyê dewletê ve hatin desteserkirin, aqûbeta wan nayê zanîn. Hin ji zarokan jî li vîlayeke Stenbol/Beykoz a ÎHH ji aliyê Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ve hatin bicihkirin ku ev yek bû cihê nerazîbûnan. Gelek pirsên li ser aqûbeta zarokan bêbersiv hatine hiştin.
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP'ê Nûray Turkmen li ser rewşa zarokên mexdûrên erdhejê û karên ku ji bo wan dikarin bêne kirin ji ANF'ê re axivî.
Nûray Turkmen got, "Saziyên dewletê jî di nav de agahiyeke şênber li ber destê kesî nîne, têkildarî hejmarê jî agahî nîne."
Turkmen diyar kir ku bêbaweriyeke cidî ji dewletê heye û got, "Li maseya me ya krîzê me gelek zarok û malbatên wan gihand hev. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku saziyên dewletê hîn ji destpêkê ve wezîfeya xwe bi cih neanîne. Ev krîz ne ku piştî erdhejê rû da, krîzeke nû nîne. Ji ber vê yekê di nava vê krîzê de çi ji destê me bê em hewl diidn wê bikin. Divê em vê yekê bi piştevaniyê bikin. Em hewl didin bi saziyê din ên ji bo zarokan dixebitin, bi rêxistinên din ên li qadê û mirovên xwedî hesta berpirsyariyê kar bikin. Mijara zarokan a piştî erdhejê bi rastî jî veguherî têkoşîneke welatiyan.
Ji destpêkê ve tişta ku diviyabû dewletê bikira amadekirina rapora rojane, saetê kêliyê li ser mijarê bû. Dewlet berpirsyar e ku di mijareke ewçend hesas de raporê bide. Ji ber ku ev nekir, meseleya zarokên winda di nava civakê de bû sedema tirs û fikaran. Ev fikar jî xwezayî ye. Ji ber ku em ji kevneşopiya sed salî ya dewletê zanin bê zarokên winda tê çi wateyê. Di heman demê de 20 sal in bi desthilatedariya AKP-MHP'ê re polîtîkayeke dijminkirina zarokan tê meşandin.
Bi taybetî piştî afeta xwezayî desthilatdarî ji bo xwe ji krîzê rizgar bike zarokan dide pêş û weke malzemeyekê bi kar tîne. Bi me re ne agahiyan ne jî daneyan parve dike. Bi dîtina min eleqeya vê mijarê bê bêkêrbûnê nîne. Planeke îdeolojîk û polîtîk li pişt vê yekê heye."
Têkildarî tedbîrên ji bo zarokan bêne wergirtin jî Nûray Turkmen got, "Di dema erdhejê de destPêkê divê nasnameya zarokan bê tespîtkirin. Eger navê zarok nekarî bê wergirtin jî telefon bi her kesî re heye, divê wêne bê kişandin. Organîzasyona vê yekê dikare di cih de bê kirin. Piştre jî mijara pêwîstiyên bingehîn heye. Bi rojan e em li maseya krîzê ne; hevalên me li pêwîstiyan guhdarî dikin û hewl didin alîkariyê bigihînin. Pêwîstiyên bingehîn ên xurekê yên zarokan hene. Pêwîstiya bi xwarinê hînê dewam dike û ev yek gelekî girîng e."
Nûray Turkmen diyar kir ku ji bilî vê yekê têkildarî tenduristiyê pirsgirêkên mezin hene û got, "Lewma pirsgirêkên zarokan bi tenê bi wan re namîne. Bi nexweşiya zarokan re bandor li jinan jî dibe."
Nûray Turkmen destnîşan kir ku di rewşa heyî de girîng e mirov bi travmayê nêzî zarokan nebin û got, "Ji ber ku piştevaniyeke xurt a civakî heye. Bi piştevaniya civakî zarok dikarin bi xurtî ji vê rewşê bi xurtî rizgar bibin."