Hay ji gundiyên Bazîdê nîne!

Piştî şerê li gundê Zoravakir ê Bazîdê, agahî ji gelek mirovên li herêmê bûn nayê wergirtin.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku li bejahiya gundê Noreşîn ê navçeya Agirî Bazîdê, di navbera leşkerên duh êvarê derketin operasyonê û gerîlayên HPG'ê de şer derket.

Helîkopterên Skorsky û Kobra yên gule li herêmê reşandin, zozanên gundê Zoravakir jî bi tundî bombebaran kirin.

Di dema vê bombebaranê de gelek jin û zarok li zananan bûn. Ji ber ku agahî ji wan nayê girtin, fikar û gumanên li ser jiyana wan, zêde bûn.

Hat ragihandin ku ji ber bombebarana helîkopteran li herêmê şewat derketiye û her diçe mezin dibe.