Hasîp Kaplan bang li Erdogan kir: Tu li hêviya çiyî?

Hasîp Kaplan bang li Erdogan kir: Tu li hêviya çiyî?

Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Hasip Kaplan, bal kişand ser teqîna li Qeyseriyê û diyar kir ku li Tirkiyeyê her diçe pevçûn û kuştin zêde dibe. Kaplan, bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha got: "Birêz Serokwezîr bûyera li Qeyseriyê pêk hat li ber çavane. Ji bo musteşarê MÝT'ê biçe hevdîtinê pêk bîne hêj hûn li hêviya çine? Hûn ji bo bi BDP'ê re muzakereyan bikin hûn hêj li hêviya çine?"

Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Hasip Kaplan, der barê geşedanên dawî de li salona Meclîsa Tirkiyeyê civîna çapemeniyê pêk anî. Kaplan teqîna li Qeyseriyê pêk hat nirxand û sersaxî ji malbatên kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest. Kaplan, anî ziman ku li Tirkiyeyê operasyon zêde bûne û li her derê pevçûn û kuştin zêde dibe. Kaplan, da zanîn ku divê yekem rojeva meclîsê çareseriya operasyon û pevçûnan be û wiha got: "Lê mixabin hikûmeta AKP'ê naxwaze pirsgirên çareser bike. Em wekî BDP'ê her tim di nava hewldana ku operasyon, pevçûn û kuştinan rawestînin de ne. Lê li gel vê hewldana me hikumetê deriyên xwe li me girtine."

KAPLAN BANG LI ERDOGAN KIR

Kaplan, bang li Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û xwest musteşarê MÎT'ê dîsa dest bi hevdîtinan bike. Kaplan, bang li Erdogan kir û wiah got: "Bûyer û geşedanên pêk tên li holê ne. Bûyera li Qeyseriyê li holê ye. Musteşarê MÎT'ê hêj li benda çiye. Hûn ji bo muzakereya bi BDP'ê re hêj li hêviya çine? Her roj li çar aliyê welat kuştin û êş zêde dibin. Divê bi lezgîn li ser vê mijarê meclîs kom bibe. Em bang li AKP'ê dikin ku bi lezgîn meclîsê kom bike. Divê em li lezgîn li ser pevçûn û kuştinan rawestin û dawî li kuştinan bînin. Em dixwazin wekî BDP'ê berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Êdî tehamuliya Tirkiyeyê ji vê yeke re tune. "

'ERDOGAN, JI BO ROBOSKIYÊ FERMAMA BÊDENG BIBE DA

Kaplan xwest di derbarê Wezîrê Navxweyî Şahîn de hin pirsan bike û wiha berdewam kir: "Ji bo ku Wezir Îdrîs Naîm Şahin îstîfa bike divê sûcekî çawa bike? Hêj ji mexdûrê Roboskiyê kîn û nefretê dike. Serokwezîr Erdogan derbarê Roboskiyê de fermana bêdeng bibe da. Lê ji bo edalet cihê xwe bibîne em dê bûyerê bişopinin.

Kaplan, da zanîn ku ew bi israrin ku dîsa bi Wezîrê Dadê Sadullah Ergin, re hevdîtinê pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo pirsgirêkên welat em dê hevdîtinên xwe pêk bînin. Em dê her tim bi israr bin."