Haşim Gezer: Xwîşka min serhatiya xwe bi telefonê vegot

Haşîm Gezer, birayê girtî yê Garîbe Gezer got xwîşka wî bi telefonê jê re gotiye tecawizî wê kirine û êşkence lê hatiye kirin.

Haşîm Gezer, birayê girtî yê Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F Nimro 1'ê eşkenceya sîstematîk lê hatîn kirin, tecawizî wê kirin û li hicreya wê hatî qetilkirin, ji Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Jidiyayî Nimro 2 a Xarpêtê name şand. Di nameyê de ku ji Wekîlê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu re hatî şandin, got mehê carekê bi xwîşka xwe re bi telefonê diaxivî.

Gezer got ji bo ku ew adrêsa parêzerê ku li doza xwîşka wî dinere nizane ji wan re nenivisiye û diyar kir xwîşka wî êşkence û tecawiza ku lê hatî kirin bi telefonê jê re vegotiye.

'TIŞTÊN KU GARÎBE GOTINE DI QEYDÊN TELEFONÊ DE HENE'

Nameya Haşîm Gezer wiha ye:

''Ez Haşim Gezer, li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Jidiyayî ya Nimro 2 a Xarpêtê dimînim. Ez birayê mezin ê Garîbe Gezer im ku li Girtîgeha Kandirayê ber bi mirinê ve hate ajotin. Mehê carek, du caran bi telefonê bi Garîbe re diaxivîm. 14/11/2021'an rêveberiya Girtîgeha Kandirayê bi rêya SEGBÎS'ê xwest bi min re biaxive, derheqê axaftinên me. Bêyî parêzerê Garîbe min nexwest ku biaxivim. Ji ber ku Garîbe di telefonê de got ew di hicreyeke yek kesî de dima, ew birine hicreya bisinger, bi rengekî nîvtazî li korîdorê ew bi erdê ve xijiqandine, li hicreya bisingêr kincên wê hatine çirandin, qerdiyanên zilam ew tacîz kirine, tecawiz lê kirine û dest dane bedena wê. Hemû di qeydên telefonê de hene, telefon li pergala qeyda navendî qeydkirî ne.

BANGA LI PARÊZERAN

Bi qasî ku dizanim sê parêzerên Garîbe hene. Yek jê Jiyan, yek jê Eren Keskîn e û ya dî nizanim. Heke min adrêsa wan bizaniya min ê ji wan re binivîsanda. Heke hûn bikaribin xwe bigihînin parêzerên Garîbe, vê mijara telefonê bînin ser ziman. Heke bikaribin xwe bigihînin min wê baş bibe an jî heke dozger îfadeyê bistîne, bila îfadeya min jî bistînin. Ji bo ku pêvajoya bêkêmasî bidome bila parêzerên Garîbe xwe bigihînin min.''

Gergerlîoglu ê HDP'yî ji bo ku Wezîrê Dadê yê Tirk Abdulahamîn Gul derheqê beyanên Gezer bibersivîne, pirsnameyek hazir kir û serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê da.