Meşvana aşitiyê ya bi eslê xwe Gurcî Serap Halvaşî greva birçîbûnê ya ku bi armanca piştgiriyê bide girtiyên Kurd ji bo 7 rojan dabû destpêkirin veguherandin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger. Halvaşî ku diyar kir ku heta Kurd azad bibin ew Kurd e, got: “Bi ya min azadbûna Kurdan dê hemû birînên civakê merhem bike. Ez jî vedigerim mirovên li ser axa min. Ez tişta ku dikeve ser milên min dikim.”.
Meşvana aşitiyê ya bi eslê xwe Gurcî Serap Halvaşî, piştgirî dabû meşa redkarê wijdanî Xelîl Savda ya ku ji bo Roboskiyê pêk anî. Halvaşî greva birçîbûnê ya ku bi armanca piştgiriyê bide girtiyên Kurd ji bo 7 rojan dabû destpêkirin veguherandin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger.
Halvaşî da zanîn ku ew ê greva xwe ya birçîbûnê vebigurîne greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger û got: “Ji bo em Kurdan fêm bikin çavek din pêwîst e.”
Halvaşî got; “Bi ya min azadbûna Kurdan dê hemû birînên civakê merhem bike. Ez jî vedigerim mirovên li ser axa min. Ez tişta ku dikeve ser milên min dikim.”