Guneş: Desthilatdar ji ramanên Ocalan ditirsin

Nûnera HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş got, "Ji ber ku ji ramanên Ocalan ditirsin tecrîda li ser Ocalan giran dikin. Gel heta ku azadiya Ocalan pêk bînin wê ji kuçeyan venekişin."

Nûnera HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand…

'HÊZÊN NAVDEWLETÎ JÎ BERPIRS IN'

Guneş diyar kir ku mirov nikare weke ku takekesek be li Ocalan binere û got azadiya Ocalan bi azadiya gelan, çewisandiyan û zayendan re hevwate ye. Guneş bêdengiya hêzên navdewletî ya li ser tecrîdê şermezar kir û got: "Ev 2 sal in nahêlin ku bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Ji 2011'an ve nahêlin ku parêzerên Ocalan wî bibînin. Tiştên ku ji bo hemû girtî û cezaxwariyan dikin ji bo Abdullah Ocalan nakin. Di serî de Kurd hemû çewisandî, alîgirên demokrasiyê li dijî vê rewşê bi helwest in.

Li Ewropa û li welatên dî yên ku ji bo Ocalan derdikevin kolanan ne tenê Kurd in. Ocalan weke ku takekesek be mirov nikare binirxîne. Ew raman û felsefeyek e, ji bo vê jê ditirsin. Abdullah Ocalan tenê ji bo Kudan na, lê ji bo ku ji bo hemû çewisandiyan, zayend, çand û gelan xwedî wateyekê ye, desthilatdara ji ramanên wî yên azadîxwaz ditirsin.

Ji tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ne tenê AKP û Erdogan berpirs in. Bi qasî wan hemû dewletên komploger jî berpirs in.Hêzên navdewletî, hemû dewletên Ewropa ji vê rewşê berpirs in û ev wan hemûyan pêwendîdar dike.

Li gel ku ev 2 sal in nahêlin ku kes pê re hevdîtinê bike jî hêzên ku di komployê de rola wan hebû, welatên ku xwedêgiravî ji maf û hiqûqê re hurmetdar çima bêdeng in. Li navenda Ewropa hin çalakî têne kirin, herî dawî çalakiyeke heye ku ev mehekê didome lê dîsa jî xwe kerr û lal dikin.

Ev bêdengî ji hêla Kurdan û gelê çewisandî ve nayê qebûlkirin. Ji bo vê Kurd li kuçeyan û li meydanan in, her roj tecrîdê şermezar dikin. Heta ku agahiyek neyê standin, di serî de CPT, heta saziyên mafê mirovan û hwd. bi Birêz Ocalan re hev nebînin, li Îmraliyê lêkolînan nekin Kurd û dostên wan wê nesekinin."

'EREB JÎ LI OCALAN XWEDÎ DERDIKEVIN'

Guneş got Ocalan rêberê gelan e û gelê Ereb jî li Rojava li Ocalan xwedî derdikeve û wiha domand: "Niha li Rojava ji Kurdan bêhtir gelê Ereb li Ocalan xwedî derdikeve, li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan didin. Li Ewropa meş, mîtîng, girêvên birçîbûnê hene

Ocalan bi pêşbînî, raman, felsefeya xwe ji her kesî re rêya azadiyê vedike. Gel, derdorên cuda, zayend, çand bi vê raman û felsefeyê ji xwe re li azadiyê digerin. Ji bo vê jî ji Birêz Ocalan pir ditirsin."

'RASTIYA HEREMÊ Û ÇARESERIYA WÊ HERÎ BAŞ OCALAN VEDIBÊJE'

Guneş diyar kir ku ev 19 sal in li ser Ocalan tecrîdeke giran heye û bi tena serê xwe dema mirov di hicreyekê de bimîne jî ev bi serê xwe êşkenceye û got, "Li gel vê jî Birêz Ocalan ji gelên herêmê û dinyayê têkoşîneke mezin da û dide. Li gel vê tecrîda giran, zextê jî berxwedaniyeke mezin nîşan dide."

Guneş got ji ramanên Ocalan ên ku azadî, demokrasî, wekheviyê ji gelan re tîne û çareseriyê ji kêşeyên herêmê re tîne bi rê ketine û bûne partî. Bi domdarî Guneş wiha got:

"Em partiyeke wiha ne ku di nav me de Ereb, Kurd, Ermen, Çerkez, Tirkmen ji her derdorê mirov hene. Em di nav van gelan de ti cihêtiyê nakin û siyasetê dikin. Di nav me de her cure bawrî nhene. Reng, ziman, dîn çi dibe bila bibe dikarin bi rehetî di nav me de siyasetê bikin. Em bi vê bawerî û felsefeyê siyasetê dikin.

Li herêmê di dîrokê de ev gel bi hev re jiyane û niha jî em vê mozaîkê bi HDP'ê re dîsa digihînin hev. Raman û felsefeya Birêz Ocalan rastiya gelên herêmê baş dibêje, wan tîne cem he û dike ku têbikoşin.

Ramanên Birêz Ocalan, azîneyên wî yên çareseriyê ne netew-dewletê, pergala demokratîk a gelan li ber xwe datîne. Ev ramanên ku ji bo gelên herêmê çareseriya herî rast e, li cem desthilatdaran dibe sedema tirsê.

Çi welatên ku bi netew-dewletê têne birêvebirin ji ramana Birêz Ocalan ditirsin. Di serî de Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiye hemû serwerên welatên herêmê vê tirsê dijîn.

Di ramana Birêz Ocalan de serwerî nîn e, jiyana wekhev û azad a bi hev re heye. Jiyana hevpar esas e. Gel vê dibînin û ji bo vê jî ji bo azadiya wî hewl didin.

Ti zext, tecrîd nikare asteng bike ku Birêz Ocalan û gel werin cem hev. Li gel zilma Erdogan jî gel li kuçe û meydanan azadiya Ocalan bi yek dengî dibêjin.

Dema ku mijar Ocalan e mirov ji tiştekî natirsin û bi asteke bilind lê xwedî derdikevin."