Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay di salvegera darbeya siyasî ya li dijî parlamenterên DEP’ê de ya ku di 2’yê Adara 1994’an de pêk hat û polîtîkayê AKP’ê yên erdhejê nirxand.
Di axaftina Gunay de ev tişt derketin pêş
“Çapemeniya hêja, wekî hun jî dizanin, îro salvegera 2’ê Adarê ye. 29 sal berê desthilatdariyê dîsa li hemberî vîna gelê Kurd bi darbeyek pêk anî. 29 sal in ev darbekar û ev feraset neguheriye. Niha jî ev darbekarî bi êrişan dimeşe. Li dijî van zext û zordariyê li her qadê têkoşîn roj bi roj mezin bûye. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin em ê bi azadî û demokrasiyê jiyanek nû li ser vê axê hêşîn bikin.
Me felekatekî mezin derbas kir. Serê gelê me, serê gelê Kurd sax be, serê gelên Rojhilata Navîn sax be. Ji bo cangoriyan ji malbatan re sersaxiyê dixwazim ji birîndaran jî em şifaya xêrê dixwazim. Ev hilweşîn bi erdhejê pêk nehat ev hilweşîn, bi destûrên bêqanûnî, bi efûyên îmarê, bi avahiyên rizî ku bi destûra AKP avakirine pêk hat. Ji ber polîtikayên talan û rantê ev hilweşîn pêk hat. Em ê tu carî kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji bîr nakîn. Ji bo bîranina wan em ê ji hikûmeta AKP û berbirsiyariyan li her derê em ê hesabê bipirsin. Hêrsa me, şîna me mezin e, lê di heman demê de ev şîn û hêrsa me sedema hesappirsînê . Ev tofana me dît tofanek pir mezin e lê belê navê vê tofanê AKP-MHP ye. Navê vê tofanê pergala yekperestî, feraseta şerxwaz û talankar e.
Lê em dizanin cihê ku lê erdhej pêk hatiye li wan deveran piraniya wan Kurd û Erebên Elewî ne. Desthilatdariya AKP’ê bi polîtikaya koçberiyê li hemberê van beşên civakê tevdigere. Niha pê ve jî AKP alikariyê naşîne û dixwaze li wan herêman guhertineke demografîk pêk bîne. Heya vê rojê yên ku li axa xwe xwedî derketiye ji îro pe ve jî wê li axa xwe xwedî derkevin. Em ê jiyanek nû dîsa ava bikin. Elbet wekî HDP ji roja ewil heya niha li qadan bû em ê ji îro pê de jî li qadan bin. Em ê birinê gelê xwe bipêçin. Lewma em ê li her derê li her gund û li her taxê kar û xebatên piştgiriyê berdewam bikin. Meclîsa me ya Ciwanan ji bo kampanyaya Xeleka Jiyanê xebatên xwe dimeşîne. Em ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Meclîsa me ya jinan bi dirûşmeya ‘Em bi hev re ne, em ne bi tenê ne’ cihê ku lê erdhej pêk hatiye bi wan re kar û xebatên piştgiriyê dimeşîne.”