Gunay: Ev şer şerê dijminatiya li Kurdan e

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser êrişên dagirkeriyê û got, "Ev şer ne şerê Tirkiyeyê ye, şerê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya dijminatiya li Kurdan e."

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê ya heftane lidar xist.

Ebrû Gunay diyar kir ku rojeva AKP-MHP'ê di van rojên beriya cejnê de şer, kuştin û dijminatiya li Kurdan û muxalefetê ye.

Ebrû Gunay got, "Gelên Rojhilata Navîn û Kurd baş zanin ku bi polîtîkayên şer, bi tank, topan demokrasî aramî nayê. Vê desthilatdariya ku hebûna xwe spartiye şer, ji bilî mirin, hilweşandin û wêrankirinê tiştekî nade gelan. Ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariyê her roj mirov jiyana xwe ji dest didin. Desthilatdarî hewl dide temenê xwe dirêj bike."

Gunay destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi binpêkirina exlaq, bawerî û wijdanê dijminatiyê li destketiyên gelê Kurd dike û wiha axivî: "Şer ne şerê Tirkiyeyê ye, şerê desthilatdariya AKP-MHP'ê ya dijminatiya li Kurdan û neteweperestiyê ye. Bi milyonan kesî di Newrozê de bersiva pêwîst dan van polîtîkayên şer."

Berdevka HDP'ê ragihand ku ji bo paşeroja gelên Tirkiyeyê dem ahtiye li her derê li ber polîtîkayên êriş û şer rabin û got, "Desthilatdariya AKP'ê gefê li paşeroja demokratîk dixwe, parastina vê yekê jî berpirsyariya her kesî ye. Di rewşeke berevajî de wê xizmet ji polîtîkayên desthilatdariyê re bê kirin. Yekane rêya destberdana ji polîtîkayên şer, danûstandin û diyalog e.

Yên ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de dîplomasiya sexte ya aştiyê dikin û li dijî Kurdan û destketiyên Kurdan qareqara şer dikin, ji bo tevahiya gelan metirsiyeke mezin e. Yên ku ji polîtîkayên şer ên desthilatdariyê aramiyê dibînin, tenê şirîkên desthilatdariyê ne ku sûdê ji şer werdigirin. Bêguman gelên Rojhilata Navîn mîna doh wê îro jî rê nedin polîtîkayên şer. Gelên Tirkiyeyê wê paşeroja xwe ya demokratîk teqez biparêzin."