Gunay: Divê rêveberiya Başûr nekeve nava planên AKP-MHP'ê
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir, ku Newroza 2022'yan tifaqa Kurdan nîşan daye û got: "Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê nebe parçeyek ji plana AKP-MHP’ê."
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir, ku Newroza 2022'yan tifaqa Kurdan nîşan daye û got: "Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê nebe parçeyek ji plana AKP-MHP’ê."
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.
Gunay beşek ji daxuyaniya xwe bi Kurdî da. Daxuyaniya Gunay a bi Kurdî wiha ye:
"Çapemeniya hêja Newroza 2022’yan bu nîşaneya tifaqa Kurdan. Wêneyê ku li qadan xuya dikir nîşaneya tifaqa Kurdan bû. Gelê Kurd êdî azadî û yekitiya neteweyî dixwaze. Yên ku neyartiya Kurdan dikin dixwazin ku Kurdan bikin bindest. AKP û MHP li ser Kurdan desthilatdariya xwe û êrişên xwe mezin dike. Naxwazin ku Kurd li tu derê bibin yek. Bibin xwedî statuyekê. Lê belê Kurdan li dijî asimilasyon û komkujiyan li her derê li ber xwe dan û wê berxwedana xwe berdewam bikin.
Lewma hemû alî bi taybetî jî divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê vê berxwedanê bibîne û nekeve nav planên AKP û MHP’ê. Heke ku îro piştgiriyê bidin planên AKP û MHP’ê wê ev ji bo destketiyên neteweyî bibe darbeyek pir mezin. Lê gelê Kurd êdî van darbeyan naxwaze. Gelê Kurd li qadên Newrozê peyamên girîng û bersivek mezin da. Divê her Kurd xwedî li vê bersivê derkeve û daxwaza tifaqa neteweyî bi cih bîne. Divê Başûrê Kurdistan nekeve nav lîstikên AKP û MHP’ê û divê pişta xwe nede gelê Kurd.
Bi minasebeta darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî ez carek din Qazî Mihemed bibîr tinim û bangewaziyek dikim. Yekitî û aştî ji bo serfiraziya gelê Kurd pêwîste. Divê her kes ji bo bicihanîna vê wasiyeta Qazî Mihemed tevbigere.”