Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku nekarî biçe cihên erdhej lê rabûye, ji roja pêşîn ve di serî de HDP, li ber her rêxistinê bû asteng ku hewil dide alîkariyê bike. Herî dawî, walî qeyûm tayînê cemxaneyê kir ku koordînasyona krîzê ya HDP’ê bû li navçeya Bazarcix a Mereşê. Ji navenda koordînasyona krîzê ya HDP’ê ku gelek caran hewil hat dayîn ku bê astengkirin, Berdevkê Komîsyona Birêxistinbûnê ya HDP’ê Mahfûz Guleryuz behsa hemû pêvajoyê ji ANF’ê re kir.
‘HEWIL DIDE KU BIBE XWEDÎ RANT’
Guleryuz, bi bîr xist ku polîtîkaya qeyûm ne nû ye û diyar kir ku armanca AKP’ê ne ew e ku xêr bigihîje gel, lê ji xwe re bibe xwedî rant û wiha got:
‘’Polîtîkaya qeyûmê ya vê hikûmetê, ne nû ye. Tiştê ku dixwazin bikin ew e ku her tiştî bike bin destên xwe û nîşanê gel bide ku navenda hêzê bi tenê ew e.
Hem em hem jî hemû Tirkiye dizane ku hikûmeta AKP’ê vê ji bo rantê dike. Lewma em bertek nîşan didin. Dewlet, ji çiyê hebûna me ya li vir aciz dibe?’’
‘ASTENGÎ HEBÛN KU ME NEKARÎ HAYA RAYA GIŞTÎ PÊ BIXIN’
Mahfûz Guleryuz, da xuyakirin ku desthilatdariyê gelek caran ew asteng kirine ku nexebitin lê ji ber ku ew ji bo çareseriyê xebitîne, astengiyên desthilatdariyê gelek caran bi raya giştî re par nekirine û wiha axivî: ‘’Me rast nedît ku em haya raya giştî pê bixin lê rewşa li Bazarcixê gelek cuda ye. AKP’ê qeyûm tayînê cemxaneyê kir ku navenda koordînasyona krîzê ya HDP’ê bû. Ji wê boneyê me got ku divê em vê bi gel bidin zanîn.
Çimkî em ji bo bi gelê xwe re bibin alîkar û piştevan li wir in. Gelê li wir, gelekê xizan e û pêdivî bi piştevaniyê heye.
3 HEZAR HDP’YÎ LI CIHÊN ERDHEJÊ NE
Guleryuz da zanîn ku wan heta bi niha alîkarî gihandiye nêzîkê hezar cihan û nêzîkê 3 hezar HDP’yiyên dilxwaz dixebitin û wiha pê de çû:
‘’Me hem bi rêxistinên xwe yên partiyê yên li vir re, hem jî bi dostên xwe yên li der û dorê re, heta bi niha alîkarî bir nêzîkê hezar cihan. Nêzîkê 3 hezar hevalên me li qada erdhejê dixebitin.
Bi sedan TIR, kamyonet erzaq, kon û konteynir hat birin. Nûnertiya me ya li Ewropayê jî xebateke cuda kir. Wan jî bi TIR’an alîkarî şand ji mexdûrên erdhejê re.
‘JI ÇIYÊ VÊ ALÎKARIYÊ ACIZ BÛN!’
Mahfûz Guleryuzê HDP’yî anî ziman ku ew ji roja pêşîn a erdhejê li qadê ne û ev tişt ragihandin: ‘’Erdhej nêzîkê saet pêncan rabû, me xwe saet di şeşan de koordîne kir. Navendê koordînasyonê yên krîzê ava kirin. Rêxistina ku pêşî gihîşt cihê erdhejê dibe ku em bi tenê bin. Hêj jî cihên dewlet, hikûmeta xwe negihandiye, em hewil didin tespît bikin û biçin. Bi taybetî li gundên Mereşê û Semsûrê em pir bi pêş ve çûn û me gelek pêdivî peyda kirin.’’