Rojnameya Guardîan ya Îngilîstanê, di nûçeyeke xwe de da zanîn hikûmeta AKP’ê û Erdogan li hemberî greva birçîbûnê ya girtiyên kurd bê deng e û diyar kir ku çapemaniya alîgirê hikûmetê jî meseleyê ji nedîtî ve tê.
Rojnameya Guardîan nûçeyeke der barê gireva birçîbûnê ya ku ji 12’ê îlonê ji aligiyê girtiyên PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin weşand. Nûçeya bi îmzeya Constanze Letsch hatiye amadekirin, bal dikişîne ser bê dengiya hikûmeta AKP’ê û çapemeniiya alîgir ya li dijî greva girtiyên siyasî.
Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku bi Bihara Ereban re Tirkiye wekî modelek demokrat derketiye pêş û tê diyarkirin ku helwesta li hemberî kurd pirsnîşanan di hişê mirovan de çêdike. Hate destnîşankirin ku helwesta êrîşkar ya AKP’ê pirsgirêka kurd ber bi neçareseriyê ve dibe.
Di nûçeyê li ser greva birçîbûnê ya 65 girtiyên di 12’ê îlonê de dest bi grevê kirine sekineye û diyar dike ku niha li welat 690 girtî piştgiriyê didin girtiyan. Her wiha hate destnîşankirin ku girtiyên di girevê de tenê hatine hiştin, vîtamîna B1 jî nadin girtiyan.
Hate diyarkirin ku girtiyan li ser daxwazên bila tecrîda li ser Ocalan rabe û zimanê kurdî di qada gelemperiyê de bê bikaranîn.
ASÎMÎLASYON DIDOME
Hevseroka BDP’ê ya Stnebolê Asiye Kolçak jî mulakateke da rojnameyê û diyar kir ku ev grev encama xetimandina siyasî ye û wiha got: “Ev 30 sal e hemû hewldan bi binketinê bi encam bûn. AKP hê jî di înkar û asîmîlasyona kurdan de israr dike.”
Cigirê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî di heman nûçeyê de nêrînên xwe vedibêje û diyar dike ku pirsgirêka kurd ber bi xeteriyê ve diçe û şîdet nayê rawestandin û ji her dualiyan jî her roj cenaze tên. her wiha Tanrikulu diyar dike ku divê demildest diyalog dest pê bike.
Di berdwamiya nûçeyê de endamê hîndekarê Zanîngeha Bogazîçî Koray Çalişkan jî axiviye wiha got: “Di sala 2008’an de pêşîlêvekirina demokratîk hat destpêkirin û ev jî têk çû. Ev ne pêşîlêvekirinê bû, girtina demokratîkbûnê bû. Erdogan hevdîtinên bi BDP’ê re red kir. hikûmet bi îdiya ku têkiliya parlamentrên BP’ê bi terorîstan re heye hevdîtina pêk nayne.”
KURD MAFÊN XWE DIXWAZIN
Çalişkan balkişand ser rewşa girtiyên di grevê de ye û wiha got: “Daxwazên girtiyan divê bên qebûlkirin. Dema Îtaliyek biçe dadgeha Tikriyeyê neçar e wergere bibin. Ji bo kurdan jî divê hebe. Ji bilî kurd dersa kurdî çi bikin? Divê wê dersê tirk bigirin. Kurd ji xwe zimanê xwe dizanîn. Kurd mafê xwe dixwazin.”
Kolçak jî diyar kir ku niha 8 hezar endamên BDP û çalakger di girtîgehê de ne. Tanrikulu jî wiha got: “AKP’ê kurd ji bo çareseriyê dan qebûlkirin. Lê niha baweriya bo hikûmetê qediya. Divê bedena mirovahiyê nebe amûra siyasetê. Divê wezareta dadê bikeve hewldanan.”
Her wiha di nûçeyê de hate gotin ku rewşa girtiyan krîtîk e û diyar kir Wezareta Dadê ji bo rewşa wan bê kontrolkirin, peywirdarkirin bijîşkan red kiriye.