Greva birçîbûnê ya li Londonê bi daxuyaniyek ya girseyî bidawî bû

Greva birçîbûnê ya li Londonê bi daxuyaniyek ya girseyî bidawî bû

Li paytextê Îngilîstanê Londonê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk, bi daxuyaniyekî girseyî bi encam bû.

Li paytextê Îngilîstanê Londonê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger, çalakiya birçîbûnê ya 5 rojî ya ku ji aliyê 13 Kurdistanî û Tirkiyeyiyan ve li Dêra St.Martin Ýn The Field hatibû destpê kirin bi dawî bû. Çalakiya birçîbûnê duh di demjimêrên êvarî de bi daxuyaniyek girseyî bidawî bû.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî bi encambûna çalakiya birçîbûnê de hate gotin ku, “Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya ji aliyê sedan girtiyên siyasî ve hatiye destpêkirin, êdî gihaye asta mirinê” û ji bo pêşiya mirinan bê girtin bang kir ku, her kesê dibêje ez mirovim bila dengê xwe bilind bikin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Metranê Dêra St. Martin In The Field Richard Carte jî amade bû. Metran Carte di axaftina xwe ya kurt de ji bo Kurdan daxwaza aştiyê kir. Carte got: “Pêwîste hikumeta Tirk pirsgirêkê birêya muzakereyan çareser bike.” Carte destnîşan kir ku, kesên tevlî çalakiya birçîbûne pirtûka ‘Nexşerê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xelatî wî kirine û got, wî pirtûk xwend û ji tiştên hatine nivîsîn bandor bûye.

Di daxuyaniya çapemeniyê de di nav de Kurd û Tirkiyeyî gelek nûnerên rêxistin, saziyan zêdetirî 200 kesan amadebûn.

Bi dirêjahiya çalakiya birçîbûnê di çarçoveya kampanya îmzeyan ya navnetewî ya Ji Ocalan re Azadî ji 2 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin. Li gel vê bi awayek gotinî li ser rewşa girtiyên ketine çalakiya birçîbûnê agahdarî hatin kirin.

Di vê navberê de beriya ku daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî encambûna çalakiya birçîbûnê, 20 ciwana li qada sembolîk Piccadilly Circus ya li Londonê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk xwe dirêj kirin erdê. Li vê derê jî gelek belav hatin belavkirin û di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku, hikumeta Tirkiyeyê çalakiyên birçîbûnê ji nedîtî ve tê û cînayetê dike.